Genco
Rû li kesê genc û law. Ha genco! (Ha kurkê genc. Ha kurkê law).
Arêz
Avrêj. Xwediyê kaniyên zaf. Navê çiyayekî bilind e li bakûrê bajarê Sine ku dikeve ser rêya Sine-Merîwanê. Navê serdarekî Mad bûye. Navê guleke bêhnxweş e lê jiyê wê kêm e.
Mêgir
Jiwangeha keç û kuran. Çavkaniya ava Rewanduzê ye li quntara çiyayê Kurê.
Çira:
Lampe. Ronahîder di tarîtiyê de.
Bedrî
Heyva tewaw. Heyva çarde şevî.
Rosa
Yekem paşayê Urartoyiyan bû ku êrîş kire ser Manayiyan li Bokanê. Navê axekê ye ku bi kar tê bo çêkirina kiloz û kasikan. Navekî kevn ê Îranî ye û li ser berdenûsa Bêstûnê jî ew nav heye. Li ser berdenûsa li gundê Bestam ku dikeve rexê Çaypare li beşa Qereziyaedîn a bajarê Xoyê (bajarê Xwê), hatiye nivîsîn: Rosa di navbera salên 646 heya 680an a berî zayînê deshilatdarê Halidiyan bûye. Herwiha li ser berdenûsa çiyayê Zaxan li rexê Serawerdewêl û berdenûsa çiyayê Sehend jî ew nav hatiye.
Şemole
Giyayekî destçin e ku didin ajelan û ajel pê qelew dibin.
Jako
Navê çiyayekî ye li Serhedê li Bakûrê Kurdistanê.
Pasîn
Deştek e li rojhilatê Erzirûmê li Kurdistana Tirkiyê.
Endam
Yek kes di nav lêjneyeke çend kesî de.