Bêhzad Qadirî
Faşîzm
Destewajeya “faşîzm” ji peyva Îtalî ya “faşo” ye ku tê wateya kom an girûp û bi taybetî girûpeke siyasî. Faşîzm curek ji pêkhateya totalîtere ye ku tê de hesta radîkalî, şovenîzmî, regezperestî û emperyalîzmê tê dîtin. Di hikûmeteke wiha de tenê partiyek heye û xelk jî dilsoziya xwe bi dewleteke yekane û yekgirtî re dide nîşandan. Piluralîzm û cudahiya bîr, bawerî û deng di hikûmeteke wiha de nîne, ji ber ku desthilat tenê ya komeke taybet e û xeniqandina siyasî heye. Tirsa ji biyaniyan û erteşsalarî du taybetmendiyên sereke yên hikûmetên wiha ne.
Faşîzm berevajî komonîzmê, li welatên dewlemend û pêşketî yên wekî Almanya û Îtalyayê derkete holê. Faşîzm teoriyeke siyasî û curek ji sîstema hikûmetî ya xweser û netewetewer e ku cara yekem di navbera salên 1922 û 1945an de li Îtalyayê di bin serokatiya “Mussolini” de hate rêberîkirin.
Bingehên faşîzmê
Bingehên sereke yên faşîzmê, ku hin ji wan “Mussolini” di sala 1932an de li zanistnameya Îtalyayê de guncandin, pêk hatibûn ji:
1- Bawermendnebûn bi girîngbûna aştiyê.
2- Dijberîkirin b ramanên sosyalîstan re.
3- Dijayetîkirin bi lîberalîzmê re.
4- Totalîterebû.
5- Pîrozkirina zêde ya rêber.
6- Dijayetîkirin bi demokrasiyê re.
7- Baweriya tund bi qehremanperestiyê.
8 - Propagendekirin bo ruhê şerker.
9- Sîstema takepartî.
Kokên derûnnasî yên faşîzmê
Di dibistanên cuda yên derûnnasî û siyasî de li ser diyardeya faşîzmê lêkolînên cur bi cur hatine kirine ku pêk hatine ji.
1- Dibistana derûnnasî ya takî yan derûnasiya dîrokî, ku li ser xwendina faşîzmê tekeziyê dike.
2- Dibistana derûnnasî ya qatên civakî ku li ser xwendina derûnasiya qatên navîn ber bi jêrîn ve disekîne.
3- Dibistana derûnasî ya siyasî ku girêdana du tewerên xwendina siyasî-aborî ji aliyekî û xwendina derûnasî ji aliyek dinê ve (têkiliya Marks û Freud) wekî mînaka tevlihevî ya faşîzmê dizane.
Ji ber van sedemane destnîşankirina faşîzmê, dîtingehên cur bi cur hen (civaknasî, aborî û marksîstî). Lê yek ji şiroveyên herî bihêz derbarê hatinaserkar a faşîzmê di şaristaniya Rojavayê de, şiroveyên derûnnasî ye ku "Vincent” bi ser sê beşên giştî de par vedike:
Koma yekem a Marksîstên dibistana Frankfurtê (Eric Fromm, Adorno û Wilhelm Reich) li xwe digire, ku hewl dan têkiliyekê di navbera "Marx û Freud" de çê bikin û di navbera destkeftên aborî û derûnnasî de pirek çê kirin. “Wilhelm Reich”, faşîzmê wekî berhema serkuta hestên zayendî yên serdema zarokatiyê û nûciwaniyê dihesibîne; Di vê şirovê de hemû mirov faşîst in (balquwe). “Marks” bo azadî, şoreşa civakî û aborî banghêj dike. “Rayş” ji bo şoreşa zayendî bangeşe dikir û ji bo dûrketin ji hişmendiya faşîzmî, fezîleta azadiya zayendî bilind dinirxand.
Koma duyemîn li ser taybetmendiyên derûnnasî yên hin qat, nemaze qata navîn a jêrîn û zarokên ku piştî şerê cîhanê yê yekem hatine derxistin, disekîne. “Allardyce” şiroveya “Fromm” di vê komê de dadinê. Di heman destpêka nîqaşa derûnnasiya “Nazîzm”ê de, “Fromm” mijûlê darêtina du teoriyên dijber bû ji destnîşankirina vê diyardeyê.
Teoriya yekem, derûnnasiya faşîzmê bi palderê aborî dizane an jî wekî meraqa pêşkeftinxwazî ya emperyalîzma Almanê dizanî ku wekî diyardeyeke siyasî ku armanca bidestxistina desthilatê heye; Di vî warî de derûnnasî nikare vê diyardeya aborî û siyasî îspat bike.
Teoriya duyem, faşîzmê bi tevahî wek pirseke derûnî dizane. Ew li ser wê bawerê ne ku faşîzm tenê bi rêya derûnnasî ve dikare were îspatkirin. Ew Hîtler wekî "dîn (şêt)” dibînin û alîgirên wî jî wekî mirovên ku aramiya derûnî nînin, dibînin. “Mumford” wekî yek ji nûnerên wan, çavkaniyên faşîzmê di derûniya mirovan de dibîne, ne di aborî û ramyariyê de. Bi nerîna wî, “xirura” jiqasderçûyî, hovîtî û jihevcudabûna neurotîk diyardeya faşîzmê îspat dike, ne peymana “Versailles” û lênezaniya Komara Almanyayê.
Koma sêyem, faşîzm di pencereya dîroka derûnsasî de destnîşan kiriye. Di rastî de, kesên ku hewl dane faşîzmê ji dîtingeha derûnrohnkarî ya “Froydî û Yongî” û dibistanên din ên derûnnasî ve bibînin, bûne sedema derketina derûnnasiya dîrokî. Li gorî van dîtingehan, zarokatiya faşîstan şiklê dide bi pêkhateya kûr a baweriyên piştî wan. Hin cureyên çewisandin, û “xwederbaskirin” (ferafêkenî), ku bi giştî bo serdema zarokatiyê vedigerin, ji taybetmendiyên faşîzmê ne. Tepeserkirina hestên zayendî di malbatên paremayî de, dûrxistina afirandin û girêka “odîp” a çaresernebûyî di van mirovan de dibe sedema hestên sûcdar û neşiyanî. Ev bi serê xwe dibine sedema derketina tundûtîjî û “sadomazoşîzm”ê (êşandina xwe û kesên dinê), ku dikare xwe di rewşên siyasî û di xeyalên ecêb ên faşîzmê de nîşan bide.
“Eriksson” li ser zarokatiya “Hitler” diblêje: "Niha dîsa dîrokê îzin daye mirovekî ku xeyalên neteweyî bi xeyalên xwe yên kesî re tevlihev bike."