Rojhilata Navîn û pirsgirêka nehatî çareserkirin a Kurd

Bi hilkefta mûşekbarana Hewlêra paytexta Kurdistanê

 

Sîrwan Rênas

 

Aliyê kêm ji serdema Sefewiyan ve, erdnîgariya Kurdistanê girîngiyek zêde bo du împratoriyên mezin ên Osmanî û Sefewî hebû. Piraniya şer û pevçûnên wan du împratoriyên mezin û dijber li sînorê navbera wan du împratoriyane qewimîne ku hem ew aliyê sînor û hem jî aliyê din ê sînorê erdnîgariya Kurdistanê bûn. Wate Kurdistan bi dirêjahiya desthilatdariya Sefewiyan, pantahiya pevçûn û pirsgirêka du împratorên Sune û Şîe yên Rojhilata Navîn bûye.

Ev şer û pevçûnên hanê ji serdema Qacaran ve heta serdema Pehlewiyan kêm û zêde berdewam bûye. Her çend di serdema Qacaran de kêmtir rengê mezheb û olê bi ser de serdest bû. Belkî di wê serdemê de çendîn şoreşên mezin ku li sînorên împratoriya Osmanî û Îranê qewimîn û dîsa van şer û şoreşane navçeyên Kurdistanê yên li her du aliyên sînor girtibûn, hemûyê wan di rû û naverokekê de netewî bûn. Her lewma di gelek belgên împratoriya Osmanî û hikûmeta Îranê ya serdema Qacaran de behsa şoreşgerên Kurd hatiye kirin û tekezî li ser wê yekê hatiye kirin ku çawa wan ji nav bibin. Hemû ew pirtûkên ku behsa serdema Qacaran û Kurdan dikin vê yekê bi awayekî vekirî radixine ber çavan.

Lê pirsgirêka Kurd ji serdema “Riza Xanê Pehlewî” ve li Îranê bû bi pirsgirêkeke netewî. Bi hatina ser kar a “Mistefa Kemal Paşa” li Tirkiyê û jinavçûna împratoriya Osmanî, Kurd li Başûrê Kurdistanê û Bakurê Kurdistanê jî bi rûyeke nû ve kevte bin givaşan. Kurdistan jî bi xwast û armancek nû ve di hember neyarên xwe de serî hilda û ew pirsgirêke heta niha jî berdewam e.

Lê piştî wê ku hikûmeta Herêma Kurdistanê li pey guherinkariyên navçeya Rojhilata Navîn, bû bi ermreke rastîn a siyasî û di ezmûna sî salên derbasbûyî ya xwe de, karî di warê aborî û siyasî de roleke çalak û bandordar di Rojhilata Navîn de bilîze, ew ezmûn û pêşkeftinên ku li Başûrê Kurdistanê di bin navê hikûmeta Herêma Kurdistanê de, nasnameyek ji bo xwe çê kiriye û di asta cîhanê de hatiye naskirin, du desteyan di hember de helwêst girtin. Yekem welatên Rojavayî û Amerîkayê bûn ku hikûmeta Herêma Kurdistanê bi dost û hevberjewendiyên xwe zanîn û eger Kurd li Başûrê Kurdistanê yekgirtî bûban zêdetir ji wê yekê jî girîngî bi wan re dihate danê. Dueym, welatyên navçeyê ne ku ew hikûmeta Kurdî bi metirsiyek mezin ji bo xwe didine zanîn.

Ezmûna Başûrê Kurdistanê, tevî hemû rexneyên li ser awayê rêveberî û karûbarê aborî li wir, bi helsengandin digel hemû Rojhilata Navîn ezmûneke siyasî ya zelal, tendirust û demokratîktir e. Di heman demê de, bi helsengandin digel piraniya welatên navçeyê û bi taybetî welatekî mezin û xwedî îdiayên wekî Îranê, pêşketinên hikûmeta Herêma Kurdistanê li sî salên borî di warê damezrawe, azadiya takekesî, azadiya çapemenî û azadiya siyasî de, bi ti awayekî digel ti yek ji wan welatên navçeyê û bi taybetî Îranê nikare were helsengandinkirin.

Ji aliyeke dinê ve dezgeha dîplomasî ya Kurdî, kariye tevî nakokiyên di navbera du navçeyên Herêma Kurdistanê de, serkeftinên baş bi dest bixe û bi taybetî li dema êrîşa DAÎŞê li ser Rojhilata Navîn, Hewlêra paytexta Kurdistanê bû navenda dîplomasiya cîhanê. Eger siyasetmedar û hemû partiyên Başûrê Kurdistanê di wê serdemê de girîngiya rola Başûrê Kurdistanê û hikûmeta Herêma Kurdistanê fam bikiribana, niha hikûmeta Herêma Kurdistanê bibû hikûmetek ku ne tenê Îranê nedikarî bi çavekî xwar lê binêre, belkî bi qasî Amerîka û welatên Ewropayê hesab bo dihate kirin.

Tevî wê ku ew nakokiyên navbera Kurd li Başûrê Kurdistanê kareke wisa kiriye ku ew pêgeha girîng a siyasî û dîplomasiya ku li Başûrê Kurdistanê heye heta qasekî lawaz be, lê di rewşa niha de bi wan dusedemiyane jî dîsan hikûmetên cîranê Başûrê Kurdistanê nikarin pêşkeftin, aramî, demokrasî û şêweya pilana aborî û siyasî li Başûrê Kurdistanê mêze bikin. Ew hikûmetên neyar dixwazin Herêma Kurdistanê ber bi arasteya tunûtîjiyê ve bibin û bi pirsgirêka çekdarî re rû bi rû bikin û paşê bi çêkirina nakokiyên navxweyî, rê bo destêwerdana xwe xweş bikin û karekê bikin ku ew hikûmete nebe mînak bo beşên din ên Kurdistanê.

Welatên neyar ên hikûmeta Herêma Kurdistanê, pêşkeftin, avedanî û awayê avahîsazî û berfirehbûna bajaran li Başûrê Kurdistanê, pêwendiyên hikûmeta Herêma Kurdistanê bi welatên Ewropayî û Amerîkayê re, azadiyên demokrasî li Başûrê Kurdistanê, ew pilanên çandî bo qahîmkirina nasnameya netewa Kurd li wir bi rê ve diçin, bi metirsî bo ser xwe dizanin. Ji aliyek dinê ve her hebûna hikûmeta Herêmê tirsek dinê li cem wan çê dike ku ji wê rêyê ve mînakek serkeftî ya navçeyî bo desthilatdariyê di nav welatên wan de jî berfireh bibe û yekparçeyiya nîştimanî û netewiya wan rastî pirsgirêkê bêne.

Di rewşek wiha de tev hêzên siyasî yên Kurd, çi hêzên siyasî yên Bakurê Kurdistanê, çi hêzên siyasî yên Rojhilat û Başûrê Kurdistanê, tevî cudahiya bîrkirinê û îdolojiyê di yek tiştê de divê famkirineke rastî hebin. Ew jî heman famkirin e ku dijminên Kurd hene.

Dijminên Kurd tevî hemû cudahiyên bîrkirin û siyasî û îdolojiyan di xalekê de hev digirin ku ew jî eve ye; Ezmûna hikûmeta Herêma Kurdistanê ezmûneke serkeftî ya desthilatdarî ye. Ew ezmûne dibe sedema wê ku roj bi roj avakerên nasnameya netewî ya Kurd xurtir bike. Pêwedniya siyasî û dîplomasiyên Kurd bi cîhanê re bi bandortir be. Bîra demokrat û şêweya demokrasiya navçeyî, herçiqas bi şêweyekî nepuxt be jî, li Rojhilata Navîn bi saya Kurdan pêş bikeve û bi vî awayî mînakek çê be ku digel hemû hikûmetên Rojhilata Navîn cudahî hebe.

Eger partiyên Kurdî tevî berjewendiyên hizbayetiya wan, di dema êrîşa dijminê Kurd de bo ser hikûmeta Herêma Kurdistanê, heman dîtingehê berçav bigirin ku dijminên Kurd berçav digirin, hikûmeta Herêma Kurdistanê hikûmetek qahîmtir, bi helwêstir û biwêrtir dibe. Di heman demê de welatên dinê jî û bi taybetî dijminên Kurd hesaba zêdetir bo dikin.

Heman axaftine ji bo rewşenbîr û rexnegirên hikûmeta Herêma Kurdistanê jî wisa ye. Rewşenbîr û rexnegirên hikûmeta Kurdî di rewşa asayî de dikarin hemû pilan û bernameyên aborî û siyasî yên Kurd û hikûmeta Herêma Kurdistanê bi awayekî zanistî û di çarçoveya zanistên siyasî û pîverên dîplomasî de rexne bikin. Lê di rewşa niha de bi şêweyekî hestyar, zîrekane û neteweyî, di hember wan êrîşane de rawestin û rastiya rewşa Kurdistanê û hikûmeta Herêma Kurdistanê bigihîjine guhê yektir û cîhanê û nerastbûna îdia û bangeşeya dijminê Kurd eşkere bikin.

Beşek ji medyayên Kurdî di rewşa niha de, bi şêweyekî gelek şepirze û naberpirsane derdikevin. Ew hindeyê xwe bi mijarên perawêzî yên negirîng ve mijûl dikin, ew hinde nekarîne tekeziyê li ser nasname û pêkhateyekê ku hilgirê nasnameya Kurdî ye, bikin. Di reşa niha de û bo mînak di çend rojên borî de, ew hindeyê pênûs û medyakarên Kurd tekezî li ser cilberkirina keçeke Kurd ku sing û pêsîra xwe rût kiribû, kirin, ew hinde xem bo yekîtiya neteweyî ya Kurd û yekgirtî û parastina hikûmeta Herêma Kurdistanê ku çiqa nav çavê neyarane, nexwarine. Yekhelwêstiya Kurd û aliyên siyasî yên Başûrê Kurdistanê, tenê rêyek e bo wê ku neyarên Kurd paşekêşeyê bikin û rêz ji bo rûmeta netewî û siyasiya Herêma Kurdistanê dabinên.

KURDŞOP
345 Dîtin
Tu dixwazî agehdarê dûmahîk babet û nûçeyên me bibî?
Ji kerema xwe biryar bide!