Viyan Xîşkar
Eger em bixwazin bi zimanekî sade rohn bikin, em dikarin bibêjin ku avjenî bi kiryarekê re tê gotin ku bibe sedema hereket yan mana di bin avê de bi bê wê ku tûşê xeniqîninê bibe.
Avjenî yek ji wan werzişane ye ku bandorên wê li ser laş û derûnê mirov gelek in. Avjenî rêyeke pir baş e di navbera hemû beşên werzişî yên dinê de û ev werzişe rêyek e guncaw e bo çalakbûn û tendirustbûnê û herwisa taybetmendiyên avjeniyê ji aliyê laşê mirov ve bi bê kêmtir tûşbûna laş bi “atrofî” bi dest tê.
Avjeniya berdewam û bi awayê rêkûpêk metirsiya nexweşiyên demdirêj ên wekî felcî, nexweşiya dil û şekirê ya cura du û hwd kêm dike.
Di rahênana avjeniyê de, hemû endamên laşê mirov ên wekî masûlke, pişik, dil, hwd di haletê werzişê de ne;. Ev çalakiyên laşî di rewşekê de ne ku zexteke gelek kêm dixine ser cumgeyan. Avjenî ji bo tendirustiya giştî û laşciwanî werzişeke gelek baş e, lê ya li kêleka vê hişyariyê eva ye ku çêtirîn rê nîne bo kêmkirina kêşa laş.
Li vir em ê îşareyê bi çend xalekê ji encamên avjeniyê bikin: Avjenî alîkariya başkirina beşa derûniya moriv e, masûlkeyan bihêz dike, stresê vêde dibe, zêdekirina bawerbixwebûnê di mirov de çê dike, di rêkûpêkkirin û baştirkirina xewê de bi sûd e, zexta cumgeyan di dema werzişê de kêm dike, li ser bihêzkirina sîstema gera xwînê baş e, li ser pêşîgirtin û kêmkirina şekirê ya cura 2 û kêmkirina zexta xwînê û kolesterola xwînê bi sûd e, herweha avjenî bandorekeke gelek baş li ser jinên ducanî heye.
Bê guman, hemû tiştek hem bandorên xwe yên erênî hem jî bandorên xwe yên neyînî hene. Bê guman zirarên avjeniyê ji werzişên dinê kêmtir in. Avjenî ji bo wan kesan xirab û zirar e ku ev nexweşiyane hene: Şekira kontrolnekirî, serêşe, aloziya masûlkeyan, lêdana dil, werimîna guh, nexweşiyên giran ên guh, difin û qirik, hin nexweşiyên boriya henase û pişik û herwisa nexweşiyên pîst.
Belge wê yekê ji bo me derdixin ku dîroka avjeniyê vedigere bo 2600 sal beriya Zayînê û li şaristaniyeta Misir û paşê li şaristaniyeta Medan, Aşûrî û Yûnan û Roma kevn hatiye holê. Lê ewa derheq derbasbûyiya rahênana avjeniyê tê zanin, li ser bingeha wan belgeyên hatinî peydakirin e ku li “Hîrogilîf”a Misira kevn hatiye dîtin.
Rahênana avjeniyê li cem Yûnana kevn û Romayê wek bernameyên girîng ên serbazî bûn û hevşêweya alfabeyê zilamên xwe rahênan dikirin. Pêka çavkaniyan, avjenî li Rojhilata Navîn vedigere bo sedsala yekem a beriya Zayînê.
Avjenî jî wekî tev werzişên dinê kêbirkêyên xwe hene û kêbirkiyên avjenî çend cur in:
1- Avjeniya kêş hatin, şêwazek ji avjeniyê ye ku tê de çar kes di berdewamiya kêbirkiyê de bi hevkarî û bi kom diçin.
2- Avjeniya berxwedanî, curek e ji kêbirkêya avjenîkirinê ji mewdayeke dûr bi çendîn avjenkiran re, ku bi zorê di ava vekirî de tê encamdan.
3- Avjeniya tevlîhev, şêwazek e ji avjenîkirinê ku tê de çar curên cuda yên wekî sing, pişt, beqî û perperûkî bi kar tînin.
Herwisa curek din ji avjeniyê heye ku jê re “avjeniya azad” tê gotin, ev avjeniye şêwazek ji kêbirkê ye ku tê de rê bi avjenan re tê dan ku bo derbaskirina mewdaya kêbirkiyê ji hemû cureyên avjeniyê sûd werbigire. Lê heta dawiya mewdayê dibe yek şêwaza avjeniyê hilbijêrin û îzin nînin ku di nîveyê de şêwaza xwe biguherînin.