Nivîskar: Îsmayîl Şems
Werger: Ferhad Ekberîş
Belkî li cem nivîskarên Kurd û hogirên dîroka Kurdistanê ne tenê her ev nav û nîşane ecêb bin, belkî fam jî nekin. Lê li cem min ecêb nîne, çimkî piraniya rojhilatnas, kurdzanên rojavayî û rojhilatî û lêkolînerên Kurd ji Mihemed Emîn re bigire heta “Eringe”, bi hev re Keleha Beharî ya niha wek navenda wîlayeta Kurdistanê dihesibînin, ku di “Nizhelqilub Hemdulah Mustewfî” de behsa wê hatiye kirin. Tevî wê yekê jî, piştî lêkolîneke dûr û dirêj, bi ceribandina bîr û rayên hemû dîroknas û lêkolînerên berê, min bê dudilî îsbat kir ku navenda wîlayeta Kurdistanê ne Keleha Beharî ya Hemedanê ye, belkî Îlama niha ye.
Her çende Dr. Rehmetî yê lêkolerê hevalê min, berê guman kiribû ku Beharî navenda Kurdistanê be, lê wî jî cihê wê yê rastîn diyar nekiribû. Eşkere ye ku ev nêrîn li gorî prensîbên lêkolînên pisporan nînin, lê ji wê songehê ve ku zehmet e ew lêkoler û xwendevanên ku bi çendîn sedsal e guhdarên vê çîrokê bûne û di hundurê wan de çespiyaye, dijwar e ku wê yekê qebûl bikin, lê min biryar da ku ew encama yekalîkirî ya nûtirîn lêkolîna xwe ku min berê tenê di civata hevalên xwe de behs kiribû, di “Kurdistan Name”yê de biweşînim.
Belgeyên dîrokî û lêkolînên meydanî yên li herêmê û li ser bi sedan jêderên dîrokî yên di vî warî de û berhevdana navên cihan nêrîna me bi zelalî îsbat dike. Kêfxweş im ku raya rojavayî ya rojhilatnasan derbarê dîroka Kurd û Kurdistanê de nêrîna dawî nîne û lêkolînerekî Kurd ê jêhatî û şarezayê cihê erdnîgariya navçeyê, bi hêsanî nêrîna wan red dike û vêde dibe.
Encamên vê lêkolînê piraniya nerînên tevlihev ên di vî warî de derxist holê û rê li ber lêkolînên li ser herêmekê ku min wek desthilatdariya Sasaniyan didît, vekir. Min berê jî nivîsîbû ku nêrîna “Listrang” û alîgirên wî derbarê hatina navê Kurdistanê bo cara yekem di serdema Sultan Sencer Selçûqî û Nizhelqilub de şaş e û Silêman Şah yê waliyê Kurdistanê ti pêwendiyek wî bi Selçûqiyan re nîne, belkî girê “Gulwehar” yê hilkeftî li gundê Mehdî Ava, bajarê niha yê Îlamê ye.