Bêhzad Qadirî
Roja Şemî 22ê Hezîrana 2024an, Kafe û Geleriya “Kevnar” li Hewlêra paytexta Herêma Kurdistanê, pêşangehek li jêr navê “Jîlemo”, bo karên hunerî yên Maşalah Mihemedî naskirî bi “Arêz” ê hunermendê nîgarkêş ê xelkê bajarê Sine yê ser bi Rojhilatê Kurdistanê vekir ku heta roja Înê 28ê Hezîranê berdewam dibe.
Di vê pêşangehê de çendîn tabloyên nû yên hunermned Maşalah Mihemedî, herwisa enîmeyşineke çend xulekî ya navbirî bi navê “Homo Fiyuc” hate pêşandan.
Bi giştî di tabloyên vê pêşangehê de behsa mirovê Kurd û jiyana gundewarî tê kirin û di vê derbarê de hunermend Maşalah Mihemedî di hevpeyvînekê de ji Kudrşopê re got: “Bi giştî berhemên hunerî beşek ji jiyana hunermendan in. Di vir de tabloyên min behsa jiyana Kurdewarî dikin, ew jî, ji dîtingeha min a taybet ve, ne wek dîtingeha wênegerek yan mîmarekê. Ez wan xaniyan wek karekterek mirovî dibînim; Ew karekterene bi giştî di keşeke sar de ne û renge behsa Zivistanekê bikin. Herwisa berevajiya keşa derve ku sar û qerisînî ye, nava xanî germ e û tu qey dibêjî agir e. Eva behsa derûna mirovê Kurd dike. Bi giştî min hewl daye bibe dîtingeha min a taybet bo pirsê.”
Taybetmendiyeke din a vê pêşangehê, rengvedana jina Kurd e di tabloyan de. Di vê derbarê de Maşalah Mihemedî dibêje: “Min di van 35 salên borî de zêdetirî 200 tabloyên jinan kişandine û behsa gelek aliyên jiyana jinên Kurd kiriye û gelek caran behsa tenêtî û êşên wan kiriye. Helbest behskirin li ser tenêtiya jin li cem min bi vê wateyê nîne ku kes yan kesanek li cem wan jinan nînin, belkî bi wateya tênegihîştin ji jinê ye ji aliyê nêzîktirîn kesan ve, wek kur, mêr, bira û bav.”
Di tabloyên hunermend Maşalah Mihemedî de girîngiyeke mezin bi jiyana gundewarî re hatiye danê. Di vê derbarê de jî navbirî dibêje: “Ez ji zarokatiya xwe ve bi gundan re eleqedar bûme û her ku derfeta min hebûbe ez çûme gundê xwe. Min jiyana gundan gelek pê xweş û taybet e. Heta şêweya mîmariya gundan jî li cem min balkêş bûye, çimkî ruhiyeta Kurdî nîşanê me dide, lewam hertimî ew wêneyane di mêjî û xeyalên min de bûn û bandor li min kirine.”.
Hunermend Maşalah Mihemedî di dawî de û di bersiva vê pirsyarê de ku çawa te li Hewlêrê biryara vekirina vê pêşangehê da û te rêjeya serdana xelkê pê çawa ye? got: “Dema ku hunermend kar dike, pê xweş e bi şêweyekî berfireh karên xwe nîşan bide da ku bêne dîtin. Bi vê mebestê, çend meh beriya niha min li Silêmaniyê pêşangehek li dar xist û niha jî li Hewlêrê. Helbet 10 sal beriya niha jî min li Başûrê Kurdistanê pêşangehek li dar xist û min pê xweş bû dîsan min ew ezmûn hebe û bi wan salan re helsengandinê bikim. Ez dikarim bêjim kalîteya pêşangehê û rêjeya serdankeran bilind bûye û li cem min baş e, lê hêşta di asta çavnihêriyan de nîne. Yek ji wan mijaran ku dibe pêşketina her takekê, rexne ye, lê min heya niha ti rexneyek di vir de nedîtiye, bi taybetî medyayên Başûrî Kurdistanê di vê derheqê de kêmtirxemî kirine.”
Kurteyek ji jiyanname û çalakiyên hunerî yên hunermend Maşalah Mihemedî
Maşalah Mihemedî di sala 1969an de li taxa “Cewrava” ya bajarê Sinê li Rojhilatê Kurdistanê ji dayîk bûye. Ji zarokatiya xwe ve bi nîgarkêşiyê re eleqedar bûye, lewra di 11 saliya xwe de beşdarî di waneyên nîgarkêşî yên “Hadî Ziyaedînî” kiriye û sala 1987an li zanîngeha Tehranê beşa nîgarkêşî qedandiye. Wî beşdariya 43 pêşangehên giştî, 163 festîvalên navdewletî kiriye û 38 pêşangehên taybet vekiriye û ev pêşangehe li Hewlêrê pêncemîn pêşangeha wî ye li Başûrê Kurdistanê. Maşalah Mihemedî 17 xelatên navneteweyî û 34 xelatên navxweyî wergirtine.
Navbirî ji bilî karê nîgarkêşî, ji sala 2003ê ve dest bi çêkirina enîmeyşinê kiriye û heta niha 10 kurtefîlmên enîmeyşinî çê kirine. Herwiha yekemîn rêzefîlma enîmeyşinî ya Kurdî ya 459 xulekan a bi navê “Saro” çê kiriye û niha li ser pirojeyek enîmeyşinî li ser jiyana hunermendê mezin ê Kurd “Seyîd Elî Esxerî Kurdistanî” dixebite.