Xwendina fîlma Kerî (SULU) a berhema Yilmaz Guney

Derhêner: Yılmaz Guney- Zekî Oktên

Berhemhêner: Yılmaz Guney

Nivîskar: Yılmaz Guney

Ekter: Hamo (Tincîl Kortêz), Şivan (Tarik Akan), Birîvan (Melîk Demîre)

Muzîk: Zulfî Lîvanîlî, Şivan Perwer, Melîk Demîre

Kameravan: Îzet Akay

Montaj: Zekî Oktên

Dema fîlmê: 129 xulekek

Ziman: Tirkî

Sala belavbûnê: 1978

Xelata Navnetewî ya Girîng: Fîlma herî baş a festîvala fîlman a Navneteweyî ya Porteqala Zêrîn a Antaliya li sala 1978an

Kerî

Li Enqerê bextewerî nîne

 

Arêz Mensûrniya

 

Pêşekî

Kerî (SURU) yek ji girîngtirîn berhemên sînemayî ya Yilmaz Guney ye ku bi awayekî zelal malbateke Kurd bi adet, yasa û têkiliyên wan ên civakî nîşan dide. Lê ji ber zextên siyasî fîlm ji zimanê Kurdî hate bêparkirin. Lê belê erdnîgarî û cihê fîlmê (çiya, gund û bajarên Bakurê Kurdistanê), digel çand û adetên xelkê nîşan dide ku çîroka wî li ser malbateke Kurd e.

Fîlma “Kerî” di bin bandora fîlma Zare (1927-ZARE) de wek şêweyekî vegotin û ciwannasiya montajê ye, û hevdem bi sûdwergirtin ji vegotina gerê (janra cadeyî) nîşanderê cihên cuda (bajar û gund), teswîrên realîst ên mirovan, bandor li ser fîlma herî girîng ya Yilmaz Guney, Rê (YOL-1982) daniye. Fîlma Kerî (SURU) piştî fîlma Zare yek ji berhemên herî pêşîn ên sînemaya Kurdî ye ku hewl dide bi balkişandin li ser malbateke Kurd, pirsgirêkan bi rohnkariya dîrokî di çarçoveyeke siyasî û civakî de nîşan bide.

Kurteyek

Hamo, serokê eşîra Vîskan e bo firotina pezan li Enqerê malbata xwe bi cih dihêle. Di vê gerê de kurên wî bi taybetî Saywan û Bêrîvan a bûka wî ku bi giranî nexweş e ji bo bidestanîna jiyanek çêtir li Enqerê, bi wî re hevrê dibin. Rêwîtiyeke dûr û dirêj bi trênê ji Kurdistanê ve ber bi Enqerê ve dest pê dikin. Rêwîtiyek pir ji metirsî ku divê bi gihîştina Enqereyê bi dawî bibe. Lê berevajî xeyalê, Enqere netenê bexteweriyê nayêne, belkî kavilkariyê jî zêdetir dike.

 

Rohnkarî

Yilmaz Guney fîlma Kerî wekî çekê li dijî faşîzma Tirkiyê bi kar tîne. Ew bi têkdana pêkhateya wêneya pêverî ya faşîzmê, dixwaze netenê li Kurdistanê, li tevahiya Tirkiyeyê wêneyeke cuda û nû nîşan bide. Dixwaze zêdetirîn wêneyên qedexekirî nîşanî temaşevanan bide da ku bikarin ji wê yekê fêm bikin ku civak çawa ketiye bin ala faşîzmê. Ji bo vê mebestê jî wekî fîlma Zareyê, wêneyekî rastîn û belgeyî ya xelkê Kurdistanê ji pêkhateyeke mêrsalarî û kevneperestî nîşan dide. Piştre rewşa siyasî ya girtî û tundûtîjî li civaka Tirkiyê nîşan dide. Gunay bi wêneyên rexneyî û sîstemeke nû ji wêneyan birêxistin dike.

Gunay di sê cihên sereke yên fîlmê de (Kurdistan, trên, Enqere) civakê dixe bin pirsiyarê û bi nîşandana rexneyî pirsan ji wan dike. Ew bi eşkere li dijî kevneşopiyên kevn ên Kurdistanê derdikeve.

Eşîreta Vîskan bi serkirdayetiya Hamo di civakekê de dijîn ku debara jiyana wan li ser bingeha ajeldarî ye. Di vê civakê de mêrsalarî, xurefet, tundûtîjiya li dijî jin û zarokan, kevneperestî û rewşa civakî ya girtî heye. Lê ev civake di guherinkarî de ye, traktor zeviyên cotkarî dikêle. Modernîzm mijûl e kevneşopiyan ji hev parçe dike û dawî bi qonaxa dîrokî tîne. Hamo wekî nûnerê kebnepersetî, bi reşbîniyê ve ji wê karê êdinêre. Gunay vê yekê çawa dibîne? Axo ew bi vê daketinê û herifîna qonaxî ya dîrokî kêfxweş e? Beriya her tiştî ew bi şêwaza berhemanîna ajeldarî re nîne, lê bi sermayedarî re jî nekok e. Derhêneriya Kerî bi sûdwergirtin ji vegotina rêwîtî ji çiya û bajarên Kurdistanê ve ber bi Enqereyê ve, vê guherinkariya dîrokî nîşan dide. Derbasbûna ji kevneşopiyê ve bo modernîteyê, ewa ku Şivan jê re dibêje rêya bexteweriyê…

Gunay bi vê vegotinê derfeta wê yekê bo hatye afirandin da ku asta civakî û siyasî ya cuda li Tirkiyê nîşan bide. Wekî mamosteyek civakî, hewla nîşandan û vegotina wan kesan dide ku ji wêne û siyaseta desthilatê hatine dûrxistin. Welatiyên asayî yên ku bi awayekî normal najîn, hejar û bindest in û tûşê dizî û laşfiroşiyê bûne. Bi heman şêwaza ku gendeliya karmendên hikûmetê nîşan dide. Gunay li ser wê bawerê ye ku axlaq ber bi dabezînê ve diçe û van hemûyan berhema wê sîstemê dibîne ku desthilatdar di dest de ye, lewma dest dadinê ser gendelî û dîktatoriya hikûmetê. Desthilatek ku têkoşer û çalakvanên siyasî û azadîxwaz têne teror û binçavkirin. Li cem wî trên cihê têgihîştina civakekê ye ku di perawêz de ye. Ew bi montajkirina wêneyên dêkomêntarî yên bajar, gund û rûyê xelkê hejar dike armanc. Rêwîtiyek dijwar û pir ji bûyer bi dawî dibe. Axo êş bi dawîbûna rêwîtiyê diqede? Axo di wir de xeyalên Şivan bi dest tên? Axo Bêrîvan baş dibe?

Em li ser Enqereyê çawa difikirin? Paytexta Tirkiyê, serwet, avedanî û moderniyet!!! Yan jî wêneyekî din heye û haya me jê nîne. Rastiya ku li Enqereyê li benda me ye çî ye? Di qonaxa yekem de, Enqere bajarekî balkêş e û tijî bank û avahiyên mezin ên bazirganî û îdarî ye. Em di bin siya peykerê mezin ê Mustafa Kemal Paşa (Ata Turk) de xelkê bi kincên modern û şeqamên qerebalix û paqij dibînin. Di heman demê de pezên Hamo yasa û adetên şeqamên paytextê tevlîhev kiriye. Di wateyekê de bêwatebûna pêkhateya siyasî ya hikûmetê derdixe holê. Bi nîşandana jiyana karkerî, perawêzxistiyan û koçberan li derûdora bajar, em pê dihesin ku Enqere ji bilî bedewî û balkişiyê, dikare hovane û tijî nakokiyên aborî, siyasî û civakî be. Di vê rewşê de Şivan ji xeynî qiraxiya bajêr û avahiyeke nîvçêkirî, ti cihek ji bo manê li Enqerê nîne. Koşka hêvî û xewna wî yên niha, xaniyeke hejarane û piçûk e. Nikare ji bo debara jiyana xwe karekî peyda bike û nexweşiya jina wî jî nayê çareserkirin. Dijayetiya bajarî û nakokiyên çînayetî li ser wî serdest e û jiyana wî jê distîne. Eva dikare çîroka gelek koçberan be ku ji gund têne bajêr bi hêviya guhertina jiyana xwe. Kargeha xewnên Şivan hildiweşin. Bêrîvan di odeyeke sar de, li maleke bê derî û pencere, di nav bêdengiyeke kujer de ku ji destpêka fîlmê heta dawiyê heye, dimire. Bêdengî û nexweşiya Bêrîvan nîşana zilm û meynetî ye ku bi ser jinan û dayikên Kurdistanê de hatiye sepandin.

Hamo bi derbasbûna ji çiyayan ber bi bajêr ve, bi awayekî nasnameya xwe ji dest dide û malbata wî û tevahiya sîstema wî ya civakî têk diçe. Eva taybetmendiya cîhana nû û bûrjûwaziyê ye her tiştek dijwar û bihêz be, dibe dûman û diçe hewayê, heta bûrjûwazî bi xwe jî. Gunay li ser wê bawerê ye ku ew nikarin vegerin rojên aram ên berê, guherinkariya qonaxên dîrokê jî mirov û derdorên wan jî diguhere. Ku wisa ye nerînek nû bo cîhan û pêşerojê hewce ye, û malbata Maho jî vê rewşa guherbar nîşan dide.

...............................................

Fîlm di bin şert û mercên pir dijwar de hatiye kişandin: Heta beriya kodetaya leşkerî ya 1980ê di demekê de Gunay di girtîgehê de bû hatiye çêkirin. Ji ber vê sedemê jî Zekî Oktên bi rênimîniya Yilmaz Guney senaryoyê dike fîlm.

Gunay di hevpeyvînekê de bi “Kirîs Koçera” re gotiye, “ev fîlme di rastî de biserhatiya xelkê Kurd li Tirkiyê ye, lê ji ber ku Kurdî qedexe bû, me nedikarî bi Kurdî çêkin. Ger me wisa kiriba, em ê hemû biketibana girtîgehê”.

KURDŞOP
125 Dîtin
Tu dixwazî agehdarê dûmahîk babet û nûçeyên me bibî?
Ji kerema xwe biryar bide!