Siltana Eto
"Ger tu zanibî bixwînî, tu yê bibînî her mirovek pirtûkeke”
W.E Chanig
Em bi gotina Hugo ya ku dibêje: "Pirtûk sar in, lê dostên bi bawerîn e" dest pê bikin, her tim dema ku mirov bixweze tiştekî ango têgehekê nas bike divê mirov ji hev bixe, ji bo ku baştir û bi zelalî bê naskirin.
Her peyvek, hebûneke zimanî ye û hebûneke zimanî du aliyên wê hene, divê em bigirin dest aliyê wê yê ferhengî û aliyê wê wetayî.
Dema ku em wek peyv pertûk an jî pirtûk bigirin dest, tê wateya "Tîroj" bi wateya ronahî. Bi rastî jî pirtûk ronahî ne, lê bi îhtimaleke mezin heye ku kurmancî, ev peyv mecazî bikar anîye ku nav lê kirine an ji encama post an pîst bi wateya çermê heywanan ne. Çi ku berê nivîs û pirtûk ji wan dihatin çêkirin.
Dema ku mirov ji dayîk dibe di nava malbata xwe de mezin dibe, lê tevahiya jiyana xwe û dema xwe di nav malbatê de derbas nake, helbet li riyeke ku asoyên mêjiya wê/î vedike lê digere, ku bêguman ew jî piranî xwendin e.
Dema ku diçe dibistanê tiştê ku yekser tê li berçavan pirtûk e, ango di jiyanê de pêş dikeve û asoya wê/î xwenerî berfereh dike.
Pirtûk, temenê mirovan dirêj dike, di heman demê de pirtûk enerjiya mêjî dide xwîner, çi ku em bi awayekî zelal dibînin ku mirov bê oksijîn nikare jiyana xwe kêliyekê berdewam bike, ji ber ku dema oksijîn ji ser diçe tevgerên wê/î hemû disekinin û asoya mêjî û ruh ji vê dinyayê hêdî hêdî winda dibe.
Bi heman awayî em di xwendina pirtûkan de rastî vê bûyerê tên ango dema ku xwîner, pirtûkan nexwîne bêguman mêjiyê wê/î di şûna xwe de radiweste, enerjiya xwe ji dest dide, çawa ku gulek, ger têr ava venexwe her ku diçe çilmisî dibe û roj bi roj bedewî û balkişandina xwe ji dest dide, lewra dema ku mirov, pirtûka nexwîne asoyên mêjiyê wê/î bê tevger dimîne.
Dema ez qala bê tevgerkirinê dikim mebesta min ewe ku ew mirov, tu carî di jiyana xwe de pirtûk nekiriye destê xwe û asta zihniyet û asoya wê/î nevekiriye, ev wateya bê tevger.
Dema ku xwîner pirtûkê dike destê xwe, divê bi wate destê xweke, ji ber ku jiyana mirovekî an dîroka gelekî bi taybetî rastiyek an jî hebûnekê digirî dest.
Dema ku tu rûpelên pirtûkê digirî dest diçî dunyayeke din, dikevî nava wê rewşê û kêlî kêlî şaneyê mêjiyê wê/î geş dibe çiqas hestên bê dawî tên dilê xwîner di wê demê de gelek caran di hin pirtûkan de hin metin dil û mêjiyê min nedipejirand lez digihiştim wê astê ku min rûpelên pirtûkê digirt û li ezmanan dinêrî, bi wê metinê dihezirîm, lê di heman demê de pirtûk dikare jiyana te bi tevahî biguhere ji ber ku pirtûk, mirov bi xwe ye, gelek caran însan ji xwendina pirtûkên pir keseyeteke azad û watedar derdikeve, lê em her tim tiştan bi du aliyan bigirin dest wê gelek mijar baştir bibe.
Çawa ku me got pirtûk jiyan e, wê demê cureyên jiyanê li gel her kesî ne yek e ango her kesek bi çavekî li jiyanê dinêre, lewra gelek pirtûk dema em dixwînin dibin çavkaniya rê û rêbaza jiyana me, ji ber ku bi riya xweşikiya xwe bandorê li xwîner kiriye lê hema divê her xwîner pirtûkan li gor xweşî û asta xwe hilbêjêre û asoya xwe pê fereh bike, çi ku em dibînin çawa pirtûk mirov azad dikin, di heman demê de dikare dagir bike di vir de ya girîng ku xwîner li ser pirtûkê serdest be, ne pirtûk li ser serdest be, bêguman bandorê li xwîner dike lê divê xwîner xwe di nav de wenda neke ger wenda bike wê demê wate û geşa pirtûka li gel xwîner bê tehm dimîne. Ji ber ku ji pêşiyê de hatiye gotin:
"Zêde mede ber dasê, wê bimîne asê"
Divê xwîner bi xweşî û disiplîn dest bi xwedina pirtûkan bike û sînor derbas neke.
Çi ku pirtûk gelek tiştan ji mirov re rêz dike hin ji van agahiyan ev in:
Dema ku pirtûk tê gotin, em dikarin dîroka gelekî bi bîr bixin, bi saya pirtûkê dîroka gelekî û şaristaniyan nas dikin, ger ku dîrokzanan nenivîsanda qet me dîrok nas nedikir û hema pirtûk gotina ku dibêje "dîrok xwe dubare dike “ ji me re tekeztir dike.
Yek ji xalên girîng û bi bando ew e, pirtûk amûra ku mirov pê zanîn û zan dibe, pirtûk dibe riya zanî û rewşenbîrtiyê di jiyanê de.
Li gel agahî û fêrbûnê pirtûk giyana xwîner kêfxweş dike, gelek pirtûkê wek pêkenok, çîrok û mamik hene ruhê xwîner pê geş û cîhane nû dide.
Encam:
Pirtûk, dostên mirovahiyê ne, kesên ku pirtûk afirandine, yek ji kesên herî pêşketî di cîhanê da ne û jiyan baş nas kirine, her tim xwestine ku asoya mêjî û yê wergirt biguherîn û bixin nava tevgera zihnî ango pirtûk ji encam bandorkirinê hatiye afirandin, çi ku em piranî pirtûkan dibînin ku ji encama gencîniya ji yên beriya xwe hatine afirandin, lewma Roland Barthes dibêje" Hemû metin, navmetin in" ango bandorê li xwîner dike û di heman demê de keseyeteke rewşenbîr ji diafirîne.
Mirov, ji bo jiyana xwe bidomîne, her tim hewcedarî pirtûkan e asoya wê/î dibe cîhaneke din, yek ji mercê herî pêşketî di jiyanê de xwedina pirtûkan e.
Lewma gotina tê gotin ku "Ji bilî vê cîhana me, cîhaneke din heye ew jî xwendin e" bêguman girîngiya pirtûkê rave dike, em ê bi vê cîhanê, cîhana xwe ronî bikin ji ber ku ew cîhan pir xweş e.