Viyan Xîşkar
Çiyagerî bi çûna serwe yan jî hatinaxwarê bi pêyan ji bilindahiyên çiyayan ve tê gotin. Yekemîn çûna ser çiyayan vedigere bo hezaran sal beriya niha, lê bingeha wê rêpîvanê wekî werzişê vedigere bo sedsalên 18 û 19an di welatên Ewropa û çiyayên “Alp” de. Di wê heyamê de bû ku çiyager bi ser çiyayên bilind ên wekî “Mon Bêlan” de serketin û gihane gûpika çiyayan. Herwisa em ji dîtingeha dîrokî ya çiyagerî ve dikarin îşareyê bi “Etdie” naskirî bi mirovê “yaxî” bikin ku 5300 sal beriya niha karîbû hilkişe ser bilindahiyên 3000 metrî yên çiyayê “Alp” û bermayiya wî her di vî çiyayî de hate peydakirin.
Çiyagerî jî wek hemû werzîşên dinê adet û yasayên xwe heye. Têkoşîna hilkişîn bi ser çiyayekê û gihîştin bi lûtkeyê werzîşeke hêsan nîne û divê mirov ji xeynî amadebûna fîzîkî hin pisporiya taybet hebe û ezmûna çiyageriyê jî bi dest xistibe. Li vir em ê îşareyê bi çend şarezayiyên çiyageriyê bikin:
1- Amadekarî û darêtina pilan
2- Fêrbûna hin pisporiyên pêwîst
3- Bikaranîna keresteyên pêwîst û baş
4- Berçavgirtina ew rewaşên ku tûş dibe
5- Hebûna ruhiyeya hevkarî û berçavgirtina rewşa yên dinê (hevgirûpên xwe)
6- Parastina sirûştê
Du awayên sereke di çiyageriyê de hene:
Yekem: Şêwaza dorpêçî
Duyem: Şêwaza Alpî, ku di niha de ev şêwaze adetir e
Çiyagerî belkî ji bo hin kesan wekî geriyan û hewaguherînekê be, lê di rastî de tenê bo derbaskirina demê nîne, belkî werzişek bi ezmûnî ye û bandorek taybet li ser laş û derûna mirov heye. Hemû demekê werziş dibe sedema dûrketina nexweşî û kelecaniyê, lê çiyagerî ku di nav xwazayê de ye wizeyeke zêdetir dide mirov.
Çiyagerî werzişek dijwar e, lê dema ku çiyager digihîje ser kûpika çiya, hest bi kêfxweşî û serkeftinek mezin dike.
Li vir em ê îşareyê bi çend bandora werzişên çiyageriyên bikin, ji wan: Kêmkirina kêş, bihêzbûna masulke, baştirbûna hevsengiya laş, hundurek bi hêz (serhal) û pêşîgirtin bi pûçbûna hestî.
Em ê di berdewamiya gotarê de behsa çiyagerî li çiyayên Kurdistanê bikin. Wek xuya ye sirûşta Kurdistanê ji deşt û çiyayan hatiye hûnandin, her ji mêj ve çiyagerî li Kurdistanê hebûye û sedan girûpên çiyagerî pêk hatî ji jin û mêr hildikişine lûtkeya çiyayan. Kurdistan ji çiyagerî bêpar nîne û hin çiyayên bi nav û bang yên wek: Agirî (Ararat) ji Bakurê Kurdistanê, Şaho û Kosalan û Dalanper ji Rojhilatê Kuridstanê, Sefîn û Zagros ji Başûrê Kuridstanê hene.
Çiyayê herî bilin û mezin ê Kurdistanê çiyayê Agirî ye ku salane bi hezaran çiyager li Kurdistan û derveyê Kurdistanê berê xwe didine vî çiyayê. Bilindahiya çiyayê Agiriya Mezin 5,137 metre ye ku lûtkeya herî bilind a erdnîgariya Kurdistanê ye û bilindahiya Agiriya Piçûk jî 3,896 metre ye. Yekemîn kesê ku hilkişiya ser lûtkeya çiyayê Agirî “Friedrich Parrot” bû ku di sala 1829an de ew serketine bi dest xist. Hewayê çiyayê Agirî di havînan de germ û hişk e, lê di bihar û zivistanê de hewa sar e û çiyager di van demsalan de bi bahoz, baran û berfê re rû bi rû dibin. Mehên Tîrmeh, Tebax û Îlon ji bo hilkişîna bo ser lûtekeya Agiriyê mehên herî baş in û rûyê başûrê çiya ji bo hilkişîna lûtkeyê rêya herî ewle û hêsan e. Bi bê wergirtina destûr û rahêner û perwerdekariya hilkişînê, çûna bo ser vî çiyayî dijwar e.
Çiyayên Kurdistanê ji ber taybetmendî û bedewiyên bêhepa yên xwe bala çiyagerên bîhanî bo aliyê xwe radikêşin û herwisa cihê behskirinê ye ku li Kurdistanê her çiyayek hêmaya sembolekê ye û salane gelek ji çiyagerên bîhanî têne Kurdistanê û diçine ser lûtkeya van çiyayan, hatina van çiyageran dibe sedema wê ku kesên bîhanî erdnîgarî û sirûşta Kurdistanê nas bikin û hem xwazaya bedew û çiyayên dilgerm ên Kurdistanê bibînin û hem jî dibe dahatek bo xelkê Kurdistanê.
Her wek me jorîn jî behs kir, çiyagerî di Kurdistanê de zêdetir adet bûye, çiyagerên Kurdistanê jî berdewam serkeftinên mezin bi dest dixin û ji xeynî wê ku hildikişine ser kûpika çiyayên Kurdistanê, bi berdewamî çiyayên navdar ên wekî “Hîmalaya û Lenîn” jî dipîvin.