Îbrahîm Gûrbûz
Dema Ku Edward Said têgiha entellektuelê bi gotina “Entellektuel ji bo nûnertiya wan mirov û meseleyên tên ji bîr kirin û wendakirin hene ku hiqûmet û kompanyayên mezin wan nikarin bixin mirovê xwe” pênase dike. Entelektuel, wekî keseke ku fikr û zanyarî hildiberîne û belav dike dikare bê nirxandin, herwiha wekî pisporekî di qadên huner, çand û zanistê de jî xwedî zanîn û otorîteyek jî dikare bê nirxandin. Entelektuel di heman demê de wekî deng û wêrektiya wijdan û aqilê civakê jî dikarin bên dîtin. Di civakek de ku dibistan û zanîngeh, saziyên zanist, çand û hunerê ku perwerde û hîndekarî, bi zimanê wan tunebe, danhevekî entellektuelî a bingehîn ku ji hişmendiyeke neteweyî û civakî tê hilberîn nikare pêk bê. Heta danheveke entellektuel pêk newe, hişmendiyeke dîrokî û civakî jî pêk nayê. Bi heman awayê heta hişmendiya dîrokî û civakî geş nebe, hişmendiya neteweyî jî geş nabe. Ev têgih di navbera hev de xwedî têkîliyeke dîalektîk in.
Girîng e, ji bo famkirina cihê ku danheva entellektuel a civaka Kurd di nav pêvajoya dîrokê de gihiştiye, ber bi paşerojê ve analîzeke kurt a dîrokî bê kirin. Bi destpêka ji serdemên dawî yên Împaratoriya Osmanî, em ê bandorên polîtîkayên kolonyal-asîmîlasyonê yên di dema Îttîhad û Terakkî û serdema Kemalîstan de li ser pêşxistina potansiyela entellektuel ya ku hişmendiya neteweyî û dîrokî li ser esas digire binirxînin. Piştre em ê hewl bidin ku bi mînakan bandorên derûnî û fikrî yên jêveqetandina navdar û rewşenbîrên kurd ên ji Kurdistanê yên sirgûnkirî ya ji civakê, li ser civak û rewşenbîrên kurd û encamên wê yên pratîkî binirxînin. Beriya ku em li Kurdistanê rûxandina danheva entelektuelî binirxînin, em ê li ser têgeha neteweperestiyê jî bisekinin. Di vê çarçoveyê de em ê li ser têgînên wekî neteweperestiya dîaspora, neteweperestiya etnîkî û axê rawestin, xetên sereke yên mijarê binirxînin.
Ji bo ku em van mijaran baştir fêm bikin, dê bikêrhatî be ku pêşî li dîtinên du ramangerên girîng ên ku li ser teoriya neteweperestiyê xebitîne, binihêrin. Yek ji van ramangeran Benedict Anderson û yê din jî Antony D. Smith e. Benedict Anderson, ku bi eslê xwe Îngilîzî-Îrlandî ye, wekî zanyarekî siyasî û dîroknas tê naskirin. Berhema wî ya bi navê “Civatên Xeyalî: Çêbûn û Belavbûna Neteweperestiyê” ku di sala 1983an de hatiye çapkirin, ji wê demê ve di warê neteweperweriyê de wekî metneke klasîk tê dîtin.
Li gorî Anderson çêbûn û belavbûna neteweperestiyê bi hêmanên wekî pêvajoya nûjenbûnê, çapemenî, ziman û makîneyên çapê pêk hatiye. Bi taybetî jî makîneyên ziman û çapkirinê di derketina hole a netewe-dewletên nûjen de roleke mezin lîstin. Materyalên çapkirî pirtûk, rojname û amûrên ragihandinê yên bi vî rengî ne. Di esasê xwe de pêkhatina neteweyekê bi afirandina “civakeke xeyalî” bi berhevkirina kesên ku bi heman zimanî diaxivin û heman çandê parve dikin bi materyalên çapkirî pêk tê.
Li gorî vê tezê neteweperestî diyardeyeke cîhana nûjen e. Rabûna neteweperestiyê rasterast bi pêvajoya nûjenbûnê û pêşveçûna teknolojiyên ragihandinê, ango materyalên çapkirî ve girêdayî ye. Pêşkeftina yekê rasterast bi pêşveçûna ya din re têkildar e.
Neteweperestiya dîasporayê jî girîng e ku Anderson di teoriya xwe ya neteweperestiyê de balê dikişîne ser wê. Neteweperestên dîasporayê, ji bilî daxwaza parastina nasnameya xwe ya neteweyî, fikrek e ku nexwestina qutbûna ji civaka ku li dîasporayê tê de dijîn jî di nav xwe de dihewîne. Bi gotineke din, ev awayê neteweperweriyê ji bo kesên ku dixwazin têkiliyeke neteweyî berdewam bikin, lê bi rastî naxwazin ji civakên xwe yên dîasporayê jî derkevin, wekî "bingehek xeyalî" ye. Di vê neteweperestiyê de çawa hesreta welatê wendakirî heye, di hundirê civaka ku tê de dijîn wekî welatek heye. Wekî mînak hestên hin rewşenbîrên kurd yên li Swêdê li ser van bingehan e. Têgîna "welatê hevpar" ji qonaxeke paştir îfade dike.
Anthony D. Smith neteweperestiyan di bin du sernavên sereke de dinirxîne: “etnîkî” û “erdî”. Li gorî vê tesnîfkirinê, berevajî koma yekem a neteweperestiyên ku giraniyê didin ser berdewamiya etnîkî, neteweperestiyên ku pîroziyê li parçeyekî erdekî diyar dikin û hebûna civakê bi wê parçeyê re dikin yek, neteweperestiya erdî tê gotin. Neteweperestên axê bi cewherê xwe neteweperestên netew-dewlet-avaker in. Ji aliyê din ve ji ber ku neteweperestiya etnîkî ne li ser axê ye, daxwaza serxwebûn û dewletbûnê jî tê de nîne; Di şûna wê de, ew daxwaza hebûna çandî ya li welatê ku lê dijî, îfade dike.
Rola medreseyan ku berê şûna dibistan û zanîngehan girtibûn, di geşedana neteweperestiyê de jî girîng e. Li seranserê cîhanê dibistan û zanîngeh bûne qadên ku neteweperestî lê tê hilberandin. Pêşketina van saziyan netewperestî jî pêş xistiye. Pêşketina ziman bi komkirina komên kesên bi heman zimanî diaxivin, neteweperestî bi pêş xist. Dahênana çapxaneyê û geşedana jiyana weşangeriyê jî amûrên girîng in ku neteweperestiyê xurt dikin. Bi rêya van amûran çandeke hevpar û hişmendiya neteweyî ava bû.
Li gorî Anderson, sirûda neteweyî jî yek ji hêmanên girîng ên netewebûnê û diyardeya neteweperweriyê ye. Sirûda neteweyî dihêle ku mirov bi hev re bi xwendina heman melodî û beytên hev lehiyek hestan ava bikin. Ev hebûna dengek xeyalî nîşan dide ku wan bi hev ve girêdide. Lê hebûna neteweyekî bêyî vî dengî ne pêkan e.
Di çarçoveya vê teoriyê de dema ku em li diyardeya Kurd û Kurdistanê dinêrin, em dikarin bibînin ku bi pêvajoyên sirgûn, talan, înkar û asîmîlekirinê re tevna civatî û danheva rewşenbîrî ya Kurd çawa tê tunekirin. Polîtîkayên navendîbûnê yên ku Împaratoriya Osmanî di çaryeka yekem a sedsala 19. de dabûn destpêkirin, bi taybetî bi Fermana Tanzîmatê ya 1839an, ji holê rakirina statuya îdarî û siyasî ya mîrnişînên Kurdan bû. Ev pêngavek bû ku armanca wê ji nû ve dagirkirina Kurdistanê û pêvekirina Kurdistanê bû û ji bo vê yekê jî hewl hat dayîn ku pêkhateyên siyasî û îdarî yên wekî mîrên kurdan û sîstema mîrîtiyan û rewşenbîrên kurd ji holê bên rakirin.
Operasyona ku bi vê mantiqê hatibû destpêkirin di nîveka sedsala 19. de bi dawî bû. Mîrên Kurd û malbatên wan ji Kurdistanê hatin sirgûnkirin û li Stenbolê û herêmên din ên Împaratoriya Osmanî hatin bicihkiri. Ramana Tirk ku koka xwe ji serdema Împaratoriya Osmanî digire, di serdema Komîteya Îttîhat û Terakkî de jî siyaseta xwe ya kolonyal a li ser Kurd û Kurdistanê domandiye. Di serdema Komîteya Îttîhad û Terakkî de, bi taybetî jî biryarên di kongreya veşartî ya sala 1911an de li Selanîkê pêk hat, yek bi yek hatin bicihanîn. Taybetmendiya vê serdemê berdewamkirina sirgûn û guhertina demografîk û polîtîkayên asîmîlasyonê yên kolonyal bû.
Di serdema Kemalîstan de ku berdewamiya serdema Îttîhad û Terakkiyê bû, polîtîkayên asîmîlasyonê yên kolonyal bi awayekî profesyoneltir hatin meşandin. Ji bilî plansaziyên di serdema Osmaniyan û Komîteya Îttîhad û Terakkî de, ev pêvajo bi gelek pêkanînên wekî YBO, sîstema perwerdeyê û teşwîqên zewaca Tirk-Kurd hat meşandin. Dema ku kolonyalîst êrîşî welatekî dikin, pêşî bajar, gund û aboriya wî welatî hildiweşînin. Têkiliyên hilberanê, awayê hilberandinê û hêzên hilberîner hildiweşînin. Piştre, ew saziyên siyasî û jor-avahî hildiweşînin. Rewşenbîrên wan sirgûn dikin an jî dikujin. Di heman demê de nirxên dîrokî û çandî jî talan dikin an jî distînin. Civaka kolonîzekirî ji bo ku dîsa li ser piyan bimîne divê ji serî dest pê bike. Di vê rewşê de danheva entellektuel ya civakên ku rastî xezeba polîtîkayên kolonyalîst û asîmîlasyonîst hatin, yan hatine tunekirin an jî gelekî hatine astengkirin. Astengiya herî mezin a li ber danheva entelektuelî, bi awayekî eşkere sîstema kolonyalîst û asîmîlasyonîst e.
Pêşketina netewperestiya axê bi giranî bi veqetandina rewşenbîrên kurd ji axa wan hat astengkirin. Ramana tirkan bi bêserî û bêrewşembîr hiştina kurdan û bênavber berdewamkirina asîmîlasyonê bi giranî gihîştiye armancên xwe. Vê qutbûnê bandoreke kûr li ramana derdorên rewşenbîrên kurd kir û bi taybetî rê li ber pêkhatina têgeha neteweperestiya welatparêz girt.
Weke ku min di serî de jî behs kir, ramana netewebûnê bi giştî bi rêyên wekî dibistan, zanîngeh û materyalên çapkirî yên ku li ser welat hatine avakirin pêş dikeve û belav dibe. Di teoriyên pisporên vê mijarê de derketiye holê ku bi van amûran neteweperestiya terîtoryal dikare pêş bikeve. Lê civak û rewşenbîrên kurd ji van amûran bêpar mabûn. Civaka kurd û rewşenbîrên wê yên ku ji van derfetan bêpar mabûn, li navendên weke Stenbolê, di nava pergala perwerdehiya osmanî û piştre jî ya tirkî de hatin pêşxistin. Ji ber vê yekê dema ku rewşenbîrên Ereb, Yewnan û Bulgar daxwaza dewleteke serbixwe dikirin, rewşenbîrên Kurd yekîtiya Împaratoriya Osmanî diparastin. Di vê pêvajoyê de Kurdan di çarçoveya yekitiya Împeratoriya Osmanî de daxwaza mafên ziman û çandî kirin, lê daxwaza azadî û serxwebûnê nekir. Ji ber vê sedemê di rewşenbîrên kurd ên li derveyî Kurdistanê mezin bûne de hişmendiya neteweyî ya erdî çênebûye.
Kolonyalîstên Osmanî-Tirk, Faris û Ereb nekarîn li hin herêmên Kurdistanê, bi taybetî li Barzan û Behdînan, ku gelek caran êrîş kirin, lê nekarîn mêtingeriyê pêk bînin, siyaseta kolonyalîst-asîmîlasyonê bi cih bînin. Ji ber vê sedemê danheva entellektuelî ku li van herêm û medreseyan pêk hatiye, bi dînamîkên xwe yên hundirîn bûye alîkar ku hişmendiya neteweyî geş bibe. Di vê diyardeyê de, bi taybetî jî li herêma Barzan-Behdînan, mirov li koka neteweperestiya erdî bigere, ne xelet e. Lê bi taybetî li herêmên ku serok û ronakbîrên kurd hatin sirgûnkirin, walî û fermandarên leşkerî yên kurd ji bo organên îdarî yên jor ên Împaratoriya Osmanî hatin wezîfedarkirin û îlhaqkirina kolonyalîzmê pêk hat, netewperestiya "bê erd" û ramana yekitiyê bi pêş ket.
Tevî ku rewşenbîrên kurd ên li dîasporayê di hesreta welatekî mezin de bûn jî, netewperestiya bingeha xwe ji axa xwe digire nikarî bi pêş bikeve. Sedem eşkere ye. Ji ber ku ev rewşenbîr ji civak û welatê qut bûne. Şert û mercên maddî yên ku xwe tê de dîtin, teşe didan ramanên wan. Neteweperestiya dîasporayê an jî neteweperestiya bê erd li vir pêş ket. Rewşenbîrên li dîasporayê bi awayekî nostaljîk û îdealîzekirî li welatê xwe xwedî derdikevin, ji ber ku ji xakê cuda dijîn. Vê rewşê rê li ber pêşketina netewperestiya li ser xakê girt.
Rastiya ku pêşengên ramana Osmanî-Tirkî fikirîn ku veqetandina pêşeng û rewşenbîrên kurd ji welatê xwe dikare rê li ber avabûna ramana neteweyî ya welatparêz bigire, nîşan dide ku ew pisporên endezyariya civakî yên mezin in. Ji bo vê jî bi taybetî ji Mîr û rewşenbîrên kurd hat xwestin ku ji Kurdistanê qut bibin. Me di cîhana ramanî ya dorhêla rewşenbîriya Kurd de bi bandor dîtiye ku ev qutbûn faktorek girîng e ku rê li ber pêkhatina neteweperestiya li ser welat digire. Musa Anter ê ku ji aliyê Midûriyeta Polîsan a Amedê ve sirgûnî Stenbolê hat kirin û demeke dirêj li Stenbolê ma got, "Em bêyî Bodrum û Îzmîrê nikarin" ev jî nîşaneya vê rastiyê ye.
Piraniya ronakbîrên kurd ên ku di destpêka salên 1900î de li sirgûnê dijîn, bi taybetî li Stenbol, Parîs û Qahîreyê, tevî ku demekê bi tevgera Îttîhad û Terakkî re tevdigerin, yekîtiya Împeratoriya Osmanî diparêzin. Wek mînak, Mîrê Mekkeyê Şerîf Huseyn, xebatên wî yên dîplomasiyê ligel dîplomatên leşkerî yên îngîlîz, bi daxwaza “Em Osmaniyan naxwazin, padîşahê naxwazin, em dixwazin bibin dewletekî serbixwe.” di encamê de ew bû şahê Erebistana Siûdî, kurê wî yê mezin Ebdullah bû şahê Urdinê û kurê wî Feysel bû şahê Iraqê. Yanî bavek û du kur bûne xwediyê sê dewletan. Di vê pêvajoyê de rewşenbîrên tirk jî xwestin ku Împaratoriya Osmanî were hilweşandin û ji bo avakirina dewleta tirk têkoşiyan. Welatên Balkan jî xwestin ku Împaratoriya Osmanî hilweşe û serxwebûna xwe bi dest bixe. Lê kurdan tenê di nava yekitiya Împeratoriya Osmanî de daxwaza mafên zimanî û çandî dikirin.
Sirgûnkirina rewşenbîrên Kurd û cudabûna wan ji ax û civaka Kurdistanê bû sedem ku neteweperestiya erdî di mejiyan de çênebe. Ji ber vê yekê tu daxwazên serxwebûnê nînin. Ji bilî Emîn Alî Bedirxan, Abdurrezak Bedirxan, Şêx Abdusselam Barzanî û Hacî Qadirê Koyî rewşenbîrên din yekitiya Împaratoriya Osmanî parastibûn û heta di Şerê Cîhanê yê Yekem de li kêleka artêşa Osmanî şer kiribûn. Di dema ku hemû neteweyên Balkan û Rojhilata Navîn bi nîzama ku di salên 1920an de ava bûbû, bûn xwedî dewlet, Kurdan jî ji ber ku daxwaza serxwebûnê nekiribûn, nekarîn bibin xwedî statuyeke mandaterî. Heger di nîveka sedsala 19an de mîrîtî nehatana tasfiyekirin û rewşenbîrên kurd ji warên xwe nehatibûna veqetandin, îhtîmal e ku di şerê cîhanê yê yekem de netewperestiya erdî li Kurdistanê bihata bipêşxistin û kurd bibûna xwedî dewleteke serbixwe. Ji bo vê yekê jî divê ramana osmanî ev rewş ferq kiribe ku bi dûrxistina serok, pêşeng û rewşenbîrên civaka Kurd ji Kurdistanê tedbîrên xwe girtiye.
Her wiha ez dixwazim balê bikşînim ser diyardeyeke ku divê li ser were fikirîn û lêkolînkirin. Di roja îroyîn de jî mirov dikare bibîne ku rewşa siyasî ya erdnîgariya Kurdistanê di navbera herêmên ku walî û fermandarên leşkerî dane Împaratoriya Osmanî û yên ku nehatine dayîn cuda ye. Mînak ji bilî herêma Barzan-Behdînan, împaratoriyên kolonyalîst qet fermandar û waliyan nedane wan. Ji ber vê sedemê li van herêman di medreseyan de perwerde û hîndekarî dihat dayîn. Li van herêman materyalên çapkirî jî ji xwe re cih dîtin. Ji rewşenbîrên kurd ên pêşeng Hiznî Mukriyanî wekî kurdolog balê dikşîne. Pêşî li Helebê çapxane ava dike û paşê jî tîne Rewanduzê. Ji vir em dibînin ku medrese, çapxane û xebatên çapemenîyê yên ku wek dibistan û zanîngeh dixebitin, ji bo geşepêdana neteweperestîya erdî pêwîst in ku li herêmên başûr û rojhilatê Kurdistanê yên ku mêtingerîya kolonyal lê pêk nehatiye, ji xwe re cih dîtiye. Her wiha divê bê zanîn ku Şêx Abdusselam Barzanî ku yek ji pêşengên navdar ên herêma Barzan-Behdînan e, li ser axa xwe û ji bo zimanê kurdî têkoşîna serxwebûnê meşand. Ev mînak nîşan dide ku zihniyeta kesên bi welat ve girêdayî ye, di şeklê neteweperestiya erdî de teşe girtiye. Îro dema ku aktorên siyasî yên li vê herêmê hatine mezinkirin daxwaza serxwebûn û dewletbûnê dikin, piraniya serkirdeyên siyasî yên ku li herêmên neteweperestiya erdî lê pêş neketiye, mezin bûne û wek fermandar û waliyên dewletên kolonyalîst daxwaza yekitî û demokratîzekirina Tirkiye û Iraqê, Îran û Sûriyê dixwazin.
Di encamê de, parastina yekitiya împaratoriya Osmanî ya beşeke mezin ji rewşenbîr û siyasetmedarên kurd, bi taybetî yên ku li stenbolê hatine bicihkirin, di serdema dawîn a Împeratoriya Osmanî de ku îro siyaseta sereke ya Kurd li Bakurê Kurdistanê wan dişopîne û yekitî û demokratîkbûna Tirkiyeyê diparêze, hevşibiyeke mezin nîşan dide. Her wiha neteweperestên erdî ku di destpêka salên 1900î de Şêx Abdusselam Barzanî nûnertiya wan dikir û di wê demê de ziman û serxwebûna xwe diparastin, pir dişibin aktorên siyasî yên Kurd ên ku îro li ser wê xetê dimeşin û daxwaza serxwebûn û dewletbûnê dikin. Ez difikirim ku li ser vê diyarde divê bi baldarî were rawestîn. Bi rêzdarî…