Zara kevirê bingehîn yê sînemaya Kurdî

Arêz Mistefayî

 

Nivîskar û derhêner: Hamo Beyk Nazariyan

Berhemhêner: Armên Kîno

Pêka gotarek ji: Abe Lazo

 

Ekter: Zara (Mariya Tatusiyan Tenazî), Seydo Şivan (Heraçiya Nirsîsiyan), Teymûr Beyk – kurê serokeşîre (Karakaş), Xido – birazayê Zare (A. Xaçaniyan Letîf Xanim- hevjîna Teymûr Beyk (O. Gulaziyan), Mesto- bavê Zare (M. Manoliyan), Çêxê gund (Milîk. Axa Malov), Defterdar ê Berpirsê Karûbarê Kurd (A. Emîrbekiyan).

Kamêra (Sînematogirafîk): Arkadê Yalovî

Heyama fîlmê: 72 xulek

Welat: (Êrîvan – Ermenistana Soviyetê)

Sala belavkirinê: 1927 (fîlma bêdeng)

Pêşgotin

Zara yekemîn kiryara çîrokî ye ku Kurdan nîşan dide û bi gotineke din kevirê bingehîn ê sînemaya Kurdî ye û di heman demê de yek ji berhemên destpêkî yên sînemaya Ermenistana Soviyetê ya di serdema sînemaya bêdeng de ye. Zara di heft xelekan de bi rêya çîrokeke evînî ve behsa çand, adet û rêûresmên Kurdên Êzidî dike. Fîlm xwedî wêneyên çandî û civakî yên xurt e.

Lê girîngiya fîlma Zara tenê ji ber wê yekê nîne berhemek dîrokî û arşîvî ye, belkî ew fîlme bersivek siyasî û rexneyî ye ji bo êş û azarên Kurdên di bin desthilata hikûmeta Tizar, axa, şêx û sîstema eşîrî de, herwisa dijayetîkirin digel şerê cîhanî yê yekem, li ser bingeha ciwanînasî ya “Dibistana Montaj” bi taybetî “Sêrgî Ayîzniştayin”. Fîlm di asteke dinê de rexne li nezanî û paremayiya hizrî ya xelkê hejar dike û di heman demê de piştgiriya Kurdan dike bo ruhê şopandin bo dadperwerî û serhildan li dijî sitemê.

Kurteyek

“Zara û Saydo” evîndarê hevdu ne û biryar e di demek nêzîk de bizewicin. Lê Teymûr Beg ê kurê serokeşîre tevî hebûna jineke din dixwaze dest bi ser Zerayê de bigire. Hatina karbidestên Tizar ji bo pêkanîna girûpeke xwebexş a Kurd bo eniya şerê cihanê yê yekê, derfetek bo Teymûr Beg afirandin ku pare bide bi berpirsan û Seydo bişîne şer. Lê di nîveya rê de Seydo direve û vedigere gund û li wir tê girtin û dişînine girtîgehê. Niha Teymûr ku ti astengiyan nabîne, Zara ji mala bavê wê didize û dem û roja dawetê radigihîne. Seydo ji girtîgehê direve û bîra tolhildanê û azadkirina Zarayê dike. Di roja dawetê de bi hevalên xwe re vedigere navçeyê û piştî kuştina pasevan û Teymûr, Zarayê azad dike.

Rohnkarî

Zara (romansiyet û xebat)

Zara û çiyayê Araratê dixwazin ji berdengê xwe re çi bibêjin? Nîşandana parçeyek ji jiyana eşîreyî li gundekî li quntara çiyayê Araratê yan jî tiştek wan a zêde heye bo gotinê? Fîlm bi dîmeneke dûr a Araratê dest pê dike û digihêje quntarên çiya û jiyana mirovên asayî yên herêmê û bi şêweyekî belgefîlm nîşan dide. Ararat nasnameya Ermenî û Kurdên nîştecih ên wî welatî ye. Ararat sembola berxwedan û rawestana mirovê bi emeg û xebatkar e ku li dijî zilm û talankirinê rawestan. Xelkek ku bi hezaran çîrok di dilê wan de ne. Çîrok û vegotina têkoşana xelkê bindest li tenişt Araratê. Yek ji van bûyerên dîrokî jî, serhildana Îhsan Nûrî Paşa û damezrandina Komara Araratê di sala 1927an de ye, di heman salê de fîlm tê çêkirin. Zara jî vegotina romansiyet û xebat e li dijî Teymeûr Beg û çewsandina xelkê di sala 1915an de li serdema şerê cîhanî yê yekem nîşan dide. Serdema têkçûna Rûsyaya Tizarî û feodalîzm, serhildana xelkê û vebûna dadperwerî.

Xala sereke ya fîlma Zara xelkê çînên bindest e, bi watayek dinê, ew fîlme bi karê rojane yê xelkê dest pê dike û bi serkeftina wan diqede. Her ji ber vê sedemê jî fîlm bi dîmenên rastîn (ajaldarî, şîrdoşîn, bermal çêkirin, çêkirina xwarinê û xwedîkirina zarokan) dest pê dike da ku jiyan û çanda rasterast a Kurdên êzîdî nîşan bide. Ji bo bidestxistina vê armancê, “Hamobêk Nazariyan”, şêwaza edîtoriyê bi kar tîne. (Montaj ew şêwaze ye ku sînemaya Avangard a Soviyetê bo afirandina wate û têgeh bi sedema pêwendîkirina navbera wênegerên cuda bi kar dibirin). Ew bi vê keresteyê rexneya micid ji rejîma Tizar a Rûsiyayê û sîstema koledarî li Kurdistanê dike. Ji bo nîşandana rewşeke wiha, Nazariyan ji bo vegotina çîrokeke kilasîk çîrokek evîndarî vedibêje.

Weke ku berê jî hate gotin, Nazariyan alîgirê xelk û çîna bindest e, lê ev alîgiriye bê rexne nîne û ew rexne li nezanî û xurafetiya wan dike (piştgirî û agehdarkirin bi rêya kamêrayê bo xelkê armanca wî ye). Lê rexneya sereke ya derhêner li hember desthilatdariya Tizar û mekanîzma eşîrî û axatî ye. Du pêkhate di rewşên ciyawaz de ku hevûdu xurt bikin. Derhêner bi hûrî diziya pareyê berpisrsan di bin wêneya “Tizar Nîkolasê Duyem” û jina wî de nîşan dike. Bi heman awayî serokeşîre, şêx û pasevan di dema dizînê de, parewergirtin û binpêkirina mafê xelkê, bi girtina wêneyên nêzîk nîşan dide. Nazariyan ji xeynî xelkê hejar û asayî, desthilatdar û kesên ku zilmê dikin, bertîl distînin û ji xelkê diziyê dikin, bi giştî wek rûyek naşîrîn nîşan dide.

Berpirs û defterdar bi alîkariya serokeşîr û şêxan, xelkê hejar dişînin bo qada şer û ji kesên ku hinek pere û pez hene, bertîl werdigirin. Wek wê yekê ye ku hemû kes yekdeng dibin ku bi gotina defterdar: “Kurd jî wek pezê xwe nezan in” û dikarin bêne xapandin. Ji aliyekê ve serdest bi hev re hevkariyê dikin, bindest jî netenê bi hev re nînin, belkî bi fêlbazî û xapandinên wan re hevnerîn didin.

Xala hêvîbexş ew e ku Seydo ji ber evîna xwe li hember hikûmet û Teymûr Beg radiweste. Ew neçûye qada şer (şerê cîhanê yê yekem), şerekî bêsûd ku ji bo çînên bindest tenê mirin û belengazî bû û ji berpirsê Karûbarê Kurd û Defterdarî re dibêje, “tenê hejaran dibin (bo xizmeta serbazî), di demekê de dewlemendan nabin. Dengê wî dengê dijberiya li hember desthilatdariyê ye. Ji ber vê dijminatiya bi desthilatdaran re dikeve girtîgehê. Revîn ji girtîgehê û paşê berdana Zara û hildana tolê ji xan armanca dawî ya Seydo ye. Bi van kiryaran li dijî hikûmet, axa û şêxan derdikeve. Her çende sedema vê dijberiyê evîndarî ye û ne hişyariyek siyasî ya diyarîkirî, ev yeka bes e ku Nazariyan bi vê hincetê sîstemeke gendel rexne bike. Ew tenê bi rexnekirina desthilatdarên wê serdemê dikare çînên kûr ên civaka wê serdemê nîşan bide. Nazariyan ji bo sibeyek baştir di bin siya Araratê de ji bo xelkê, bi redkirina hemû tarîtiyê digihe pakiyê û ya ku dimîne xelk û Ararat e.

KURDŞOP
169 Dîtin
Tu dixwazî agehdarê dûmahîk babet û nûçeyên me bibî?
Ji kerema xwe biryar bide!