Çiya Ezîzî
Cilûbergê jinên Kurd
Di rapora geştyarî de behsa pêkhateyên cur bi cur ên cilûbergên jinên Kurd hatiye kirin. Ji ber ku cilûbergên jinên Kurd xwedî bandoreke taybet e, danasîna wê di şîroveyên geştyaran de jî baş xuya dike; Wek mînak, girîngîdan bi reng, awayê girêdana perçeyên qumaşê bi hev re û hwd, li ber çavê geroknivîsan winda nebûye.
Bo mînak, li nav ew geştyarên ku di hişê xwe de wêneyekî zindî ji cilûbergên jinên Kurd dibînin, “Gaspar Druel” jî heye, ku di danasîna cilûbergên ew jinên di zozanan de dijiyan dinivîse: “Cilên dirêj li xwe dikin ku aliyê serê dirzek heye û bi şûtikek sipî ve ku ji pişt ve herdu serên wê daketine, tê hilgirtin. Xavika serê wan ji qumaşê ketanî yê sipî hatiye çêkirin ku ji herdu aliyên dev û çav ve hatiye girêdan, heta nîveya bejnê dadikeve xwarê. Xavik bi bendeke hevrîşemiya qehweyî ya teng tê girtin ku bi ser ve tê pêçandin û bi eniyê ve tê girêdan.” (1)
Wesfa “Gaspar” a derbarê şêwaza cilûbergên jinên ku di nav zozanan de dijîn nîşan dide û du xalên bingehîn hene; Yek ew e ku li gor navçeyê û şêwaza jiyanê, em cilûbergek taybet dibînin, ya duyem jî zehmetiyên jiyana zozanî astengî çê ji sadebûna cilûbergan ê nekiriye, lê li gorî wesfkirina “Gaspar” ev cilane dîzaynek aloz hebûne di demekê de jî sade bûne.
“Gaspar” di cihek dinê de dibêje: “Cilûbergên jinên Kurd ji cilûbergên jinên Îranî xweşiktir û xapandîtir in. Herwiha nevtanegeke (bodîs) kurt li xwe kirine ku beşek ji wê cilê dirêj vedişêre, û li ser wê bodîsa hatî îşarekirin jî, şûtikek bêmênak jî girêdane ku bi tevahî hêlên laşên wan nîşan dide û gelek guncaw e. Jinên Kurd wek mêran kofiyê dadinêne serê xwe û pantolê jî lixwe dikin, lê ev cilûbergane sêviktir in û gor kofî û pantolên mêran balkêştir in.” (2) Bêguman bandora taybeta a cilûbergên jinên Kurd wisa kiriye ku Gasper wê helsengandinê bike, wî bi hûrî behsa her beşekê kiriye ku her yek ji wan naveke diyarîkirî di zimanê Kurdî de heye; Bo mînak, ji bo nîvtengê “fîstan” û ji bo kemerbendê “şûtik”; Bo “emame” (şede) û bo şal jî “derpê” dibêjin ku ji “tîzang”ê diçe. (3)
Bedewiya cilûbergên jinên Kurd ji nêrîna “Archibald Roosevelt” jî dûr nîne: “Cilûbergên jinan jî di balkêşî de ji yên mêran kêmtir nîne, bi şêweyê taybetî hemû çiyanişîn, bi rewşek dilşad û serbilind ve pêngavan davêjin di demekê de laşê wan qît radiwestin, perdaxeke avê dadinêne serê xwe û diçin. Herwisa serpoşên wan jî şîn e.” (4)
Dîwanbeygî derbarê cilûbergên jinên Kurd li Nodşe/Notşe (li navçeya Paweyê) wiha nivîsiye: “Cilûbergên wan heman cilên gibrî yên dirêj ên kevn in, kirasekî pir dirêj ku di bin de cileke teng ku qermîçekan tê dixin û diçemînin yan girêdidin bo wê ku teng bibe. Jin berpiştê girêdidin. Dewlemend şûtikên zîvî li xwe dikin û hejar jî şalê hiriya pez girêdidin.(5)
Jinên Bîcarê bi cilûbergên Kurdî yên resen di sala 1950an de
Pêkhateya cilûbergên jinan, bi wî rengî heta radeyeke zêde hatiye parastin, lê guherinkarî di şêwe û qebareya wan de çê bûye; Bo mînak “Ziyapûr” qebareya şala navtengê an şûtikê wiha rohn dike: “Ji du metreyan dirêjtir û nêzî metreyekê firehtir an zêdetir e, pir caran ji qumaşên rengîn û guldar têne hilbijartin û carnan jî ji du aliyan ve tê çemandin bi curekê ku firehiya wê nîve dibe. (6)
Bi derbasbûna demê re dirêjî û firehiya qumaşê şala navtengê kêm bûye. Herwisa bikaranîna kofî li cem jinan kêm bûye û zêdetir di rêûresmên taybet yên wek dawetan de tê bikaranîn.
Bi piştgirêdan bi geroknameya “Claudius James Rich”, ew beşa cilûbergên jinên Kurd bi vî awayî dabeş kiriye: 1- Pantolên pan 2- Kirasekî rengîn 3. Şûtikek bi mertalek mezin ji zîv û zêr 4- Navtengek bi bişkokek bi dîkrasuna rê û rê an jî bi hevrîşim, çît, gûcaratî û qumaşên wek zeriya Stenbolê; Cur bi curiya wê girêdayî ye bi demsala sirê û milkê xwedan cilûberg 5- Nîvkotek (kolence yan selte) ku ji qumaşê satenî hatiye çêkirin û wek soxme ye, lê milekî teng heta enîşkê heye 6- Balapoş bo zivistanê (carnan du soxme yan kolince bi cihê wê) 7- Çaroke 8- Soxme 9- Sarbend Serwêne /emame 10- destmalek bo binê kofiyê. (7) (8)
Ev gotare dom heye…
Çavkanî:
١-دروویل، گاسپر (١٣٦٥)، سفر در ایران، ترجمۀ منوچهر اعتماد مقدم، چ دوم، بیجا، بینا، ص٣٢٦.
٢-دروویل، گاسپر (١٣٦٥)، سفر در ایران، ترجمۀ منوچهر اعتماد مقدم، چ دوم، بیجا، بینا، ص٣٢١-٣٢٢.
٣- محسنی، شیرین (١٣٨٣)، لباس کردی در ایران، پوشاک در ایران زمین (مصور)، از سری مقالات دانشنامۀ ایرانیکا زیر نظر احسان یارشاطر ١، ترجمۀ پیمان متین، با مقدمۀ علی بلوکباشی، چ دوم، تهران، انتشارات امیرکبیر، ص٣١٠.
٤- روزولت، آرچیپالد (١٣٧٤)، شوق آموختن، ترجمهٔ صهبا سعیدی، چ دوم، تهران، اطلاعات، ص٣١٠.
٥-دیوانبیگی، حسینبنرضاقلی (۱۳۸۲)، خاطرات دیوانبیگی (میرزاحسنخان)، به کوشش ایرج افشار، محمدرسول دریاگشت، چ اول، تهران، انتشارات اساطیر، ص۱۲۲.
6-ضیاءپوور، جلیل (بیتا)، پوشاک ایلها، چادرنشینها و روستائیان ایران، بیجا، انتشارات ادارۀ فرهنگ عامه از انتشارات وزارت فرهنگ و هنرو ص٤٧.
٧-ریچ، کلودیوس جیمز (١٣٩٨)، سفرنامۀ کلودیوس جیمز ریچ (بخش کردستان)، ترجمه و تعلیق حسن جاف، تصحیح فرامرز آقابیگی، چ اول، تهران، انتشارات ایرانشناسی، ص٢٣٠-٢٣١.
٨-آقابیگی، فرامرز (١٤٠٠)، کرد در سفرنامهها (از صفوی تا پایان پهلوی)، چاپ اول، تهران، انتشارات ایرانشناسی.