Li parêzgeheke Bakurê Kurdistanê cureyeke mişkê kor ku 3 milyon sale jiyan dike, hat keşif kirin

Koremişkên nû yên ku weke Talpa hakkarîensîs û Talpa davîdîana Tatvanensîs tên binav kirin, ser bi komeke naskirî ya ku xwedî guhandar û şîrmij pêk tên.

Şadî

Kurdshop – Zanyaran du cure mişkên kor yan jî koremişk ku bi wê baweriyê de ew cure mişkana 3 milyon salin ku li çiyayên Bakurê Kurdistanê jiyan dikin û nehatine keşif kirin, dîtine.

Koremişkên nû yên ku weke Talpa hakkarîensîs û Talpa davîdîana Tatvanensîs tên binav kirin, ser bi komeke naskirî ya ku xwedî guhandar û şîrmij pêk tên.

Li Brîtanyayê ku tenê cureyek Talpa Europaea tê dîtin, li rojhilatê wê jî çend hebên cuda hene ku gelek ji wan li herêmên erdnîgarî yên pir biçûk dijîn.

Lêkolînerên ku teknolojiya DNAyê ya teknolojiya dawî bikaranîn, piştrast kirin ku formên nû, weke biyolojîk ji formên din yên ji komên din cudatirin.

Her du cureyên ku nû hatine keşif kirin jî, li Bakurê Kurdistanê, di herêmên çiyayî de dijîn û havînê di pileya 50 derece ya germê de, zivistanê jî di bin berfa 2 metreyî de, bi awayekî xwe çal kirî dikarin jiyan bikin.

Lêkolîna nû, ku di Zoological Journal of the Linnean Society de hat weşandin, ji aliyê lêkolînerên Zanîngeha Ondokuz Mayîs a Tirkiye, Zanîngeha Îndîana ya Amerîkayê û Zanîngeha Plymoûthê ya Brîtanyayê ve hate birêve birin.

Nivîskarê payebilind David Bîlton, Profesorê Biyolojiya avê li Zanîngeha Plymouth ku berê berpirsyarê nasandina derdora 80ê cureyên nû yên heywanan bû, nemaze kêzikan û dibêje ku vedîtinên nû ji ber çend sedeman girîngiya xwe hene.

Davîd Bîlton dibêje: ‘’ Di roja me ya îro de dîtina cureyên bi guhan ên nû pir kême. Li Cîhanê tenê 6 hezar û 500 cureyên ajalên bi guhan ango şîrdar hene û dema mirov tîne berhev jî, nêzî 400 hezar cureyên kêzikan hene ku bi awayekî texmîn kirî, 1-2 milyon li ser rûyê erdê hene.’’

Davîd Bîlton ragehand: "Bi awayekî seranserî, koremişkên nû yên ku me di vê lêkolînê de tespît kirine, dişibin cureyên din, ji ber ku di bin erdê de jiyan dikin, li ser pêşveçûna beden û şikil de, astengiyên wan ên cidî hene.  Ya rast, ji bo koremişkan hejmareke sînordar ya helbijartî heye. Lêkolîna me nîşan dide ku di rewşên wisa de, em çawa dikarin xwezaya rastîn a biyolojîk kêm bikin, heta di komên mîna bi guhandar de jî, ku piraniya mirovan wisa difikirin ku em hemû cureyên lêkolînê li ser dikin û bi wan re parve dikin nas dikin, lê ew ne wisa."

Ev vedîtin tê wê wateyê ku hejmara koremişkên Avrasyayê yên tên zanîn ji 16'an derketiye 18'an û her yek ji wan xwedî taybetmendiyên genetîk û fîzîkî yên ji hev cuda ne.

Lêkolînvan  mezinahî û şeklên laş yên cihêreng bi bikaranîna analîzên matematîkî yên pêşkeftî ve, lêkolîn kirin û ev  lêkolîn di sedsala 19demîn de hatine berhev kirin û heta naha jî di koleksiyonên mûzexaneyê de ew nimûnêyên ku hatine berhev kirin jî dikarin bînin gel hev û bidin berhev.

Analîzeke temamkirî ya DNA ya koremişkan û berhevdana berfireh ya bi cureyê naskirî re, piştre jî taybetmendiyên wan yên ku wan ji hev cuda dike, piştrast kir.

Weke encam, Talpa hakkarîensîs, ku li herêma Colemêrgê ya Bakurê Kurdistanê tê dîtin, wek cureyekî nû yê koremişkan ku hem ji hêla morfolojî û hem jî, ji hêla DNA ve pir cuda hate nas kirin û pejirandin.

Herwaha Talpa davîdîana Tatvanensîs ku li nêzîkî bajarê Bedlîsê tê dîtin, ji hêla morfolojîk ve jî cuda ye. Lê wekî cureyekî binerd Talpa davîdîana hatiye dabeş kirin, lê Talpa daîdîana wek cureyekî jêrîn hate pênase kirin. Talpa davîdîana, yekem car di sala 1884’an de hate nas kirin, ji hêla Yekitiya Navneteweyî ya Parastina Xwezayê(IUCN)  ve weke daneyên kêm hatin  lîste kirin.

KURDŞOP
687 Dîtin

Bandora jineke pispor a Kurd li ser çêkirina mejiyê robotî li welatê Îtaliyayê

Bijîşkekî Kurd dilê dest çêkirî afirand

Li Amerîkayê ji bo wesayîta ku difire destûr hate dayîn

Mirov çawa dikare zimanekî din fêrbibe

Em gelek caran ecêbmayî dimînin ku bi yekî ku dikare bi yek an çend zimanên ku em nizanin an jê fêm nakin diaxive û dibe ku em ji yekî ku jêhatîbûna zimanê baş heye û bi biyaniyan re diaxive an çavkaniyên zimanên din bikar tîne çavnebariyê bikin.

Zanistan li ser dirêjkirina temenê mirov hin formûlên nû bidest xistin

Wekî ku tê zanîn her ku temenê mirov zêde dibe nexwaşiyên ku pêdikeve jî zêde dibin. Gelek sedemên wan nexwaşiyan hene û yek ji wan sedeman jî madeyên bi sûd ên di bedena mirov de kêm dibin û ew jî dihêle ku nexwaşî çêbin.

Di Cîhanê de cara yekem robota ku nefes digre, xwîdan dide û diricife hat xulqandin

Tê diyarkirin, robotê ku tekane mînake, wê ji bo pîvandina germa zêde ya li ser zindiyan bibe alîkar.

Şivanekî Geverî ji xurdeyan wesayîtek çêkir

Şivanê bi navê Murad Ozaras yê 29 salî ku ji navçeya Gever a bajarê Colemêrg  a Bakurê Kurdistanê ye, ji amûrên xurdeyan wesayîteke ku dikare demjimêrekî de heta 50 kîlometre lezê ve biçe, çêkir

Ji bo kesên ku kompûterê bikartînin hişyariya egzersizên çav tê dayîn

Nerihetiyên çav ku di kesên kampûterê bikar tînin de ji 7 salî heta 70 salî, bi taybetî ji bo wan kesên ku kar dikin  pirsgirêkeke ku pêşî lê nayê girtin ava dike

Tu dixwazî agehdarê dûmahîk babet û nûçeyên me bibî?
Ji kerema xwe biryar bide!