Şûnwarên dîrokî pira di navbera îro û derbasbûyiya me de ne

Bêhzad Qadirî

 

Dema ku ez li malperên Herêma Kurdistanê digeriyam, rastî nûçeyeke gelek xweş ji bo Kurdistan û Kurdistaniyan hatim. Nûçeyek girêdayî îro û derbasbûyiya me ye, nûçeyek ku rasterast bandorê li ser dîrok û nasnameya me ya rastîn heye. Nûçeyek bi manşêta: “Amerîka 360 şûnwarên dîrokî bo Herêma Kurdistanê vedigerîne”. Di serî de ez dixwazim vê nûçeyê wekî xwe vebêjim û paşê jî bi kurtî girîngiya vê mijarê behs bikim.

Roja Çarşemî 7ê Şibata 2024an, Birêveberê Giştî yê Şûnwarnasiya Herêma Kurdistanê “Keyfî Mistefa” ragihand: “Şandek ji balyozxaneya Amerîkayê li Iraqê û konsulxaneya Amerîkayê ya li Hewlêrê serdana Birêveberiya Giştî ya Şûnwariya Herêma Kurdistanê kirin û biryar bo vegerandina wan şûnwaran ku di derbasbûyî de xwedîderketina wan bo Herêma Kurdistanê vedigere, kar bikin”.

Wî behsa wê yekê jî kir ku vê şandê ji wan re gotiye, ku 360 parçeyên şûnwaran li cem wan in. Herwisa di berdewamiyê de gotiye: “Li her cihekî şûnwarek hebe ku ya her serdem û salekê be û girêdayî Herêma Kurdistanê û milkê Herêma Kurdistanê be, û herwisa ji aliyê lîjneya pisporan ve bê piştrastkirin, dê ji wan re vegerînin.

Hêjayî gotinê ye ku di vê nûçeya dilxweş de, mijarek dilxweşker a dinê heye; Şandê herwiha behsa wê yekê kiriye ku, eger Birêveberiya Şûnwaran a Kurdistanê her parçeyek ji şûnwaran li derveyê welat peyda kir û eger ev berhem vegere ser Herêma Kurdistanê, dikarin alîkariya wan bikin bo vegerandina wan bo mozexaneyên Herêma Kurdistanê.

Pêwîst e ez li ser vê yekê tekeziyê bikim ku nûçe bi vî rengî ji bo Kurdistan û Kurdistaniyan gelek girîng e û divê girîngiyek zêdetir jî bidinê, çimkî eva mijareke gelek hestiyar e û karkirina zêdetir li ser vê mijarê, karkirin e li ser dîroka me ya rastî û tekezî ye li ser nasnameya me. Wate bi vegerandina van bermayiyan, pêwîst e lêkolîneke hûr û zanistî li ser bê kirin. Herwisa pêwîst e di mozexaneyan de bi başî bêne parastin û li ser wan dekomêntên bihêz bêne çêkirin û ji vê rêyê ve hewlê bo vegerandina pareçyên din ji bermayiyên Kurdistanê li welatên dinê bidin.

Mîrateya bi cihmayî ji derbasbûyan li ser xwendin û zanîna dîroka me ya rastîn bi bandor e. Bi dehan salan e ku dagîrkerên Kurdistanê bi talankirina şûnwarên me yên dîrokî, hewl dane dîrokeke çewt bi me ser me de bisepînin. Lê xwedîderketina me ji şûnwarên me yên dîrokî û herwisa lêkolînkirin li ser wan, hemû planên dagîrkeran hildiweşîne. Herwiha parastina van mîratane pir girîng e, çimkî her yek ji wan behsa eniyên derbasbûyiya me dike û di her yek ji wan de bûyerek, qonaxek, çîrok û biserhatiyek hatiye veşartin. Di hevokê de em dikarin bibêjin ku mîrateya me ya dîrokî û çandî û me û derbasbûyî û dîroka me bi hev ve girêdide.

Dîroka her neteweyekê bi xwe yek ji pêkhateyên nasnameya wê netewê ye. Di vê navberê de, mîrata çandî û şûnwarên dîrokî, bi hemû rehendên xwe ve, beşek ji dîrokê ne. Cîhan tijî ye ji mîrat û şûnwarên kevnar; Li gelek bajar û gundan çend avahî yan şûnwarên dîrokî, an edetên herêmî hene ku hewl didin bi parastina wan, pêwendiya xwe bi derbasbûyiya xwe re biparêzin û xwe pê pênase bikin. Mixabin di vê derbarê de em ê Kurdistanî ji ber dagîrkirina axa me ji aliyê dagîrkeran ve (Fars, Tirk û Ereb) û planên wan ên kolonyalîstî, me nekariye bi şêweyekî zanistî û bihêz, pêwendiya xwe bi dîrok û derbasbûyiya xwe ya rastî re bi başî biparêzin. Lê mînaka vê nûçeyê ku min behs kir, pêngavek pir baş û bi bandor dibe û divê hikûmeta Herêma Kurdistanê di vî warî de hewlên zêdetir bide; Ji ber ku ev mîrate û şûnwarane beşek in ji mîrata me ya nîştimanî û netenê dikarin bala Kurdistanê bo aliyê xwe rabikêşin, belkî dikarin bala hemû cîhanê bo aliyê xwe bikişînin û em jî bi şêweyekî cidîtir li ser nasnameya xwe ya Kurdistanîbûnê tekeziyê bikin û nasnameya derewîn a dagîrkeran ku bo me çê kirine, bi awayekî bihêz û bi referans ve red bikin.

Helbet pêwîst e ez îşareyê bi wê yekê jî bikim ku bermayî û şûnwarên dîrokî yên Herêma Kurdistanê tenê beşek ji şûnwarên dîrokî yên Kurdistana mezin in, lê Herêma Kurdistanê bi siya hikûmeta Kurdî ve, aliyê kêm dikare di asta navdewletî de xwedîtiya şûnwarên xwe yên talankirî bike. Herwisa renge Birêveberiya Xweser a Rojavayê Kurdistanê jî bikare vê karê bike, yan jî hewlê bo bide. Lê mixabin di Bakur û Rojhilatê dagîrgirî de ev hewlane di niha de nemumkin e. Ev nayê wê wateyê ku Rojhilatî û Bakurî xwedîtiyê ji şûnwarên xwe yên dîrokî nekin; Belkî divê zêdetir di xema mîrateya xwe ya dîrokî de bin û biparêzin û nebin bi beşek ji wê sîstema ku di hewl talankirina şûnwarên me û jinavbirina şûnwarên me yên dîrokî de ye.

Wekî mînak, dizîn û talankirina bermayiyên dîrokî yên Kurdistanê ji aliyê rejîma Îranê û Spaha Pasdaran ve, kiryarek nû ya van talankerên mezin nîne, belkî salaneke dûr û dirêj e ku mafyayên rejîmê, ji rêya kesên berjewendîxwaz û pareperestên Kurdistan û ji rêyên cur bi cur ve mijûlê talankirina tev şûnwar û bermayiyên navçe û deverên cuda yên Rojhilatê Kurdistanê ne. Ev jî di halekê de ye ku gelek şûnwarên dîrokî yên Kurdistanê ji ber lênenihêrîn û nûjen nekirinê, ji nav çûne yan ber bi jinavçûnê ve diçin.

Di dawiyê de dixwazim bibêjim ku mebesta dagîrkerên Kurdistanê netenê talankirina şûnwarên dîrokî yên Kurdistanê û jinavbirina şûnwarên me yên dîrokî nîne, belkî dixwazin nasnameya netewa me jî talan bikin. Divê em jî bi hemû hêza xwe ve rê nedine wan û xwedî li mîrat û nasnameya xwe ya dîrokî derkevin.

KURDŞOP
265 Dîtin
Tu dixwazî agehdarê dûmahîk babet û nûçeyên me bibî?
Ji kerema xwe biryar bide!