Danasînek li ser Kela Nebî Hûrî

Zara Elî

 

Kela Nebî Hûrî, yek ji nîşane û sembolên ji şaristanî û dîroka gelê Kurd e. kela Nebî Hûrî 45 kîlometreyan li sêkoşeya bakûr rojhilatê bajarê Efrînê dikeve. Derdora 10 kîlometreyan ji navçeya Bilbilê bi dûr dikeve û ji aliyê bakûr ve 2 kîlometreyan dûrî sînorê Tiriyayê ye. Li ser dîroka vê kelê, weku tê xuyakirin di her serdemeke dîrokî de navên cuda cuda lê hatine kirin. Yek ji wan navan “Nebî Hûrî“ tê gotin.

Navê Nebî Hûrî ji Ûrya kurê Henan hatiye, ku ew bi xwe jî yek ji hevalên pêxember Dawûd bûye. Di sala hezarî B.Z de Ûrya Henan di şerekî de li wê derdorê hatibû kuştin, piştre li wir hatiye binaxkirin, lewma ew nav lê hatiye kirin. Navê din weku tê zanîn Hûrî yek ji gelên kevin ku li çiyanên Zagros û Torosan jiyan dikir, weku di dîrokê de jî bi bîr tê, Hûrî ji beriya zayînê bi 3000 sal li ser vê axê bûn û gelê ku bi navê Kurd tê naskirin berdewamiya Hûriyan e. Niha jî gelek şkeft û şûnmayiyên ku navê Hûrî hildigrin li çiyayê kurmênc tên dîtin.

Nêrîna din ya girîng ku dibêje Hûrî ji navê xwedayê “Ahora Mazda” girtiye. Gotina pêxember jî ji peyva xwedayê herdû çeman (Nebû) hatiye. Li gor vê nav bi vî awayî ye; xweda (Ahora Mazda) bi vî rengî em têdigihin ku serdema bajêr ji Hûriyan hatiye. Lê bajarê nû hatiye avakirin navê wê Sîros e, navê xwe ji Seloqis Nîkatur girtiye û ew yek ji fermandarên Yewnan’ê, damezrînerê dewleta Seloqî li Rojhilat di salên 312-280 B.Z . de ye.

Ji bermayiyên kevnare yên bajarê Sîros şanogeheke ku firehiya wê 112 m û ji 24 rêze-pêpilkan (derecan) pêk tê, dika (sehna) şanogehê ji 48.m pêk tê. Dîroka avakirina wê vedigere sedsala 12-13an Z. Ji şopên bajêr qadeke sereke, serşo û avahiyên ku di asteke herî pêşketî û afrîner de hatine çêkirin. Li binê qadê milê jêr, gora fermadarê Yewnanî tê dîtin, li ser gorê avahiyeke bilind bi şiklê qubeyeke şeş-goşeyî hatiye avakirin. Bajar bi dîwarekî dorpêç kiriye.

Niha jî di hewşa qubê de mizgeftek heye, li pêş mizgeftê bîrek avê heye, li milê şanogehê berbi jêr de li ser zemînekî çal çend rêze-kanî û dar hene, ji ava van kaniyan re ava Germikê tê gotin. Weku ji navê wê jî diyar e, ava wan kaniyan havîn û zivistan germ e. Bi tevlihevbûna ava wan kaniyan robarek pêk tê û ev av tevlî çemê Sabûnê dibe. Çemê Sabûnê jêdera ava wê ji Bakûrê Kurdistanê tê, di kenarên Nebî Hûrî re derbas dibe û tevlî çemê Efrînê dibe û di nava bajarê Efrînê re diherike. Li aliyê bajarê Sîros an jî Nebî Hûrî li milê rojhilat, pireke kevin li ser Çemê Sabûnê bi navê pira Roma tê dîtin. Niha jî ev dever weke şûnwarên bermahiyên dîrokî ne. Ev cihê herî xweşik bi şekl û şemala xwe ya nûranî bala gelek gerokên biyanî dikşîne û her dem tên li vê derê geşta xwe dikin, di havînan de jî xelkê herêmê dihatin bêhna xwe bi kêfxweşî li vê devera xweşik derbas dikirin.

Çaxê ku mirov di ber vê kelê re derbas dibe rastî dîmeke xweşik û rengîn tê, ku bi dîmena xwe ya balkêş rastî meraqdariyeke ji her çar aliyên welêt tê. Lê mixabin îro ev ware xweşik di bin destên dagirkeran de, ne bi tenê ev cihbi dehan cihên din ên balkêş wiha ne.

Çavkanî:

-Ji kovara pênûsa ziman, dîroka bajarê Efrînê, hejmar 2.

 

KURDŞOP
146 Dîtin
Tu dixwazî agehdarê dûmahîk babet û nûçeyên me bibî?
Ji kerema xwe biryar bide!