Hewar Nûrî
Cihê ku ji bo temîkirina zarokan hildibijêrin, nabe bi hov bin û zarok bitirsin. Li cihên tarî û serdaxistî, serşok, deşo û hwd sûd wernegirin. Herwisa nabe deriyê odeya ku ji bo vê armancê hatiye terxankirin bê qahîmkirin. Di wan haletan de ku zarok li van deran pir ditirsin, çêtir e ku meriv bi awayên din zarokan temî bike.
Pêwîst e dema bêparkirina zarokan, li gorî temen were diyarîkirin. Bi giştî dema temîkirina zarokan divê sê heta duwanizdeh xulekan be, ango ji bo her salekê xulekek be (zarokên temen sê salî sê xulek û heft salî heft xulek).
Temenê destpêkirina bêparkirina “demkî”, demekê ye ku zarok wateya bêdengî û çavnihêriyê fam dike. Temenê ji sê sal wir ve ji bo wî karî guncaw û baş e. Dema diyarkirî ji wê demê hesab e ku zarok bêdeng dibe û dawî bi qîrîn, girî û qîjeqîjê tîne, ne ji gava ku dişînine wî cihî ku we bo bêparkirina demkî destnîşan kiriye.
Wek mînak, mumkin e ew dema ku zarokekê dişînine cihekî diyarîkirî, ku ew dest bi qîrîn an girî, dijûnan bide û lahiyan bike û hûn wan kiryaran bi girîngî wernegirin û ji dema ku bêdeng dibe, demê bi xulek hesab bikin. Ti hewce nîne ku zarok ji cihê temîkirinê hate derê, li ser mijarê baxivin û we rohnkarî hebin.
Piştî temîkirina zarokan, fermanê bidinê ku wan ji ber ku ew kare nekiriye rastî temîbûnê aniye, êdî biqedînin. Bo mînak, eger ew dibûya xwe bişû û man ji xweşûştinê girtibû û li ser wê yekê hatiye temîkirin, divê biçe serşokê û xwe bişû.
Li ser zarokên biçûk ên ku nabe bixine odekê, dikarin li ser kursiyekê rûbinên, di demekê de ku ne mêzeyê bikin û ne jî pê re baxivin. Çêtir e ku zarok li ser kursî bê danîn û pişta xwe lê bikin.
Du şêwazên jêrîn bibînin ku mijarê çêtir fam bikin:
Şêwaza yekem:
1- Dayîk: Hewrîn, rabe TVyê bitemirîne û were mijûlê dersa xwe be.
2- Hewrîn guh nade û li televîzyonê temaşe dike.
3- Diya wê pênc çirkeyan demê dide wê û dubare gotina xwe dibêje: Hewrîn, rabe TVyê bitemirîne û were mijûlê dersa xwe be.
4- Heger Hewrînê dîsa xwe mat kir û wê yekê bidomîne, divê diya wê televîzyonê bitemirîne û destê wê bigire û bişîne odeya temiyê. Girîn û lahîkirin jî nabe diya wê ji vê yekê poşman bike.
5- Piştî temîkirinê divê Hewrîn mijûlê dersên xwe be.
Şêwaza duyem:
Temenê Barînê 12 salî ye û mijûlê dersa xwe ye û xwîşka wê “Sana” pênc salî ye û diçe bo aliyê lênûs û pênûsên xwîşka xwe û wan tevlîhev dike.
Diya wan Sanayê hişyar dike ku xwîşka te dersa xwe dixwîne û divê tu dest nedî tiştên wê.
Diya wî destûreke sade dide zaroka xwe: Dest nede tiştên xwîşka xwe û here mijûlê lîstika xwe be.
Heger Sanayê guhê xwe da diya xwe û dest ji kiryarên xwe yên nahez berda, dê diya wê pesnê wê bike: Destxwş keça min, te guh da diya xwe û te bi tiştên xwe lîst, ez ê herim ji te re çîkolatan bînim.
Heger Sanayê guh neda diya xwe, piştî pênc çirkeyan dîsan diya wê destûra xwe dubare dike: Sana tu hîn jî her xwîşka xwe aciz dikî? kelûpelên wê tevlîhev neke û biçe lîza xwe bike.
Ger Sanayê bi gotina diya xwe kir, wê were pesnandin.
Heger Sanayê dîsa bi gotinên diya xwe nekir, diya wê bi bêdengî, bêyî hêrs, şermezarkirin û gefxwarinê, destê zaroka xwe digire û wê ber bi oda tarî ve rênimînî dike: Êdî divê li wir pênc xulekan li ser wê kursiyê rûbinê û her çav jî jê neke.
Ger hat û Sanayê dest avêt bi gilîkirin, dê diya wê karê xwe bike û tiştekî nebêje û li wê nanêre.
Heger Sanayê nîv demjimêr jî her giliyên xwe berdewam kirin, heta ku Sana bêdeng nebe diya wê bersivê nade û diya wê dema temîkirinê ji wê dema ku bêdeng bûye, hesab dike.
Piştî pênc xulekan, diya wê jê dipirse: Di dawiyê de qediya, derkeve û biçe bi kelûpelên xwe re bilîze.
Êdî piştî temîkirinê pêwîst nake zêde baxivin û danûstandinê bikin û rohnkariyên zêdetir bidin. Ji bîra me neçe ku mumkin e ji bo hin zarokan, ew awayê temîkirinê bi bandor nebe û wê demê divê rêyek din were peydakirin.
Çavkanî:
“Çon Mindalekem Bihamilênim, Erebgul”