Bandora jineke pispor a Kurd li ser çêkirina mejiyê robotî li welatê Îtaliyayê

Viyan Xîşkar

 

Pisporeka Kurd a xelka Herêma Kurdistanê li welatê Îtaliyayê yek ji wan lêkolîneran e ku li ser pêşxistina mejiyê robotîk ango mêjiyê dîcîtalî ji bo tedawiya nexweşiyan dixebite.

Dr. Pawan Faris Dizeyî, jidayîkbûya sala sala 1985an li bajarê Hewlêr yê ser bi Başûrê Kurdistanê ye. Wê doktoraya xwe ya fîziyolojiya xwînê di zanîngeha Selahedîn a Hewêrê de qedandiye û wekî lêkolereke Kurd di zanîngeha “Pavia” a Îtaliyayê de mijûlê lêkolînan li ser mêjiyê robotî ye.

Ew nêzî deh sal e li ser çêkirina mêjiyê robotî lêkolînan dike. Wekî ku bi xwe di hevpeyvîneke medyayî de ragihandiye, pirojeya wan ew e ku dê mêjiyeke robotî mîna miêjyê mirovan çê bikin, da ku bileztirîn û rasttirîn zanyariyan ji bo dermankirin û tedawiya nexweşiyan peyda bikin.

Dr. Pawan dibêje, ku çendîn welatên cuda di wê pirojeyê de beşdar in, da ku ew piroje ji bo gelek welatan ji wan jî Herêma Kurdistanê were pêşkêşkirin, û di paşerojê de doktor dikarin li şûna ceribandina bandorên dermananî li ser nexweşan pişt bi zîrekiya destkir girêbidin.

Dr. Pawan di hevpeyvînekê de ew yeka jî gotiye: “Ez kêfxweş im ku wek pisporeka Kurd li kêleka pisporên biyanî beşdarî di pirojeya nûtirîn û berfirehtirîn pirojeya cîhana zîrekî de bo pêşdebirina kerta tendirustiyê beşdariyê dikim.” Ew dibêje pisporên Kurd bi helsengandin digel pisporên bîhanî berevaniya wan zêdetir e û rijdtir in li ser karên xwe û lewma hewce ye Herêma Kurdistanê jî di warê madî û amûrên hewce de piştevaniya wan bike.

Mêjiyê robotî ku her tiştî fêrî robotan dike çi ye?

Mêjiyê robotîk cureyek nû ya sîstema hesabkirinê ya bi navê “Robo Brain” e ku gelek çavkaniyan ji înternetê dadigire û pirosîsî dike û dema ku robotên dinê hewcehî bi zanyariyan hebin dixe xizmeta wan.

Zanayên zanîngehên “Cornell, Stanford, Brown û Kalîforniya”yê îdia dikin ku sîstema “mêjiyê robotî” wêneyan ji bo nasîna tiştan di nav xwe de pirosîsî dike û bi girêdana wêne û vîdyoyan bi deqê re, ew tişt û karanîna wan digel ziman û reftarên mirovan fêr dibe.

Lêkolerên wê beşê dixwazin mêjiyên robotî di niha de ji bo gelek beşan bikar bînin. Bo mînak ji beşa dermansazî, çareseriya pizîşkî, trombêlên bê ajotvan, lêkolîna zanistî û gelek beşan dinê.

Di niha de kompaniya “Tesla” li ser çêkirina robotan dixebite û du sal berî niha “Elon Musk” ragihand ku “Tesla” mijûlê çêkirina robotan e. Di destpêka sala 2023an de, vê kompaniyayê robota nû ya bi navê “Optimus” ku xwedî şiyanên girîng bû, eşkere kir û piştî nêzî 10 mehan, nifşa duyem a robota “Optimus” hate nasandin ku bi awayekî zîrekane û wekî mirovekî reftar dikir.

KURDŞOP
930 Dîtin

Li parêzgeheke Bakurê Kurdistanê cureyeke mişkê kor ku 3 milyon sale jiyan dike, hat keşif kirin

Koremişkên nû yên ku weke Talpa hakkarîensîs û Talpa davîdîana Tatvanensîs tên binav kirin, ser bi komeke naskirî ya ku xwedî guhandar û şîrmij pêk tên.

Bijîşkekî Kurd dilê dest çêkirî afirand

Li Amerîkayê ji bo wesayîta ku difire destûr hate dayîn

Mirov çawa dikare zimanekî din fêrbibe

Em gelek caran ecêbmayî dimînin ku bi yekî ku dikare bi yek an çend zimanên ku em nizanin an jê fêm nakin diaxive û dibe ku em ji yekî ku jêhatîbûna zimanê baş heye û bi biyaniyan re diaxive an çavkaniyên zimanên din bikar tîne çavnebariyê bikin.

Zanistan li ser dirêjkirina temenê mirov hin formûlên nû bidest xistin

Wekî ku tê zanîn her ku temenê mirov zêde dibe nexwaşiyên ku pêdikeve jî zêde dibin. Gelek sedemên wan nexwaşiyan hene û yek ji wan sedeman jî madeyên bi sûd ên di bedena mirov de kêm dibin û ew jî dihêle ku nexwaşî çêbin.

Di Cîhanê de cara yekem robota ku nefes digre, xwîdan dide û diricife hat xulqandin

Tê diyarkirin, robotê ku tekane mînake, wê ji bo pîvandina germa zêde ya li ser zindiyan bibe alîkar.

Şivanekî Geverî ji xurdeyan wesayîtek çêkir

Şivanê bi navê Murad Ozaras yê 29 salî ku ji navçeya Gever a bajarê Colemêrg  a Bakurê Kurdistanê ye, ji amûrên xurdeyan wesayîteke ku dikare demjimêrekî de heta 50 kîlometre lezê ve biçe, çêkir

Ji bo kesên ku kompûterê bikartînin hişyariya egzersizên çav tê dayîn

Nerihetiyên çav ku di kesên kampûterê bikar tînin de ji 7 salî heta 70 salî, bi taybetî ji bo wan kesên ku kar dikin  pirsgirêkeke ku pêşî lê nayê girtin ava dike

Tu dixwazî agehdarê dûmahîk babet û nûçeyên me bibî?
Ji kerema xwe biryar bide!