Berxe
Amaje ye bi jin an keçên bedew û xwînşirîn.
Avesta
Avêsta. Ji du peyvên Avêst û Tak pêk hatiye. Avês wate “Bingeh” û “Bexşîn û Xelat”, û Tak jî wate “Tak”, “Bêhevta”. Avêstak. Apastak. Awêsta navê pirtûka pîroz a Zerdeşt pêxember e ku ji pênc beşan pêk hatiye: 1-Yesna 2-Weyspird. 3-Wendîdad. 4-Yeşt 5-Wirdeavêsta.
Berwaj
Navê kurdî yê gundekî bûye li Bakûrê Kurdistanê ku dewleta Tirk a faşîst navê wê guheriye û kiriye tirkî.
Yekbûn
Yekîtî. Yekgirtin.
Menîje
Paqij. Pak.
Samirend
Navê çiyayekî ye li Mehabadê. Herwiha tê wateya "Mêrkê Pehlewan".
Yargul
Yar û dostê gulan.
Jûran
Nîşana hatina sermayê. Bilindahiya çiya.
Berxwedan
Xebata bê rawestan. Bergirî. Serhildan.
Popne
Popin. Popina balindeyan.