Çend pirsyarek derbarê xizmayetiya di navbera Kurd û Sasaniyan

N: Îsmayîl Şems

W: Ferhad Ekberî

 

Yek ji pirsên girîng di bizava dîroka Kurd û Kurdistanê de, xizmatiya Kurd û Sasaniyan e. Destpêka vê pirsê jî vedigere bo nameya Erdewan ê dawî padişahê Eşkaniyan bo Erdeşîr ê damezrînerê dewleta Sasaniyan, ku jê re gotiye “Iha el-Kurdî el-Merbî fî Xeyam el-Ekrad”, wate (ey Kurdê mezinbûyî di nav Kurdemalan de). Hin lêkolîner bi piştgirêdan bi vê wergêrê û hin wergêrên dinê, Sasaniyan bi Kurd dihesibînin, hinên dinê jî peyva Kurd wek şivan û ji derveyî nasnameyê şîrove kirine.

Nivîskar naxwaze van herdu dîtinan îsbat bike an jî biceribîne, belkî li pey wê yekê ye ku bi nîşandana çend pirsan, lêkoleran teşwîq bike ku li ser vê têkiliyê bisekînin. Van pirsan hişê nivîskar bi xwe ve mijûl kiriye û ew hêvî dike ku bi gihandina wan di civata xwendevanên Kurd yên hişyar de bersiveke minasib bibîne.

 

Bajarê drokî yê Tisfon - paytextê  desthilata Sasaniyan

 

1- Sasanî li sala 224 heta 651 a Zayînî wate bo heyama 427 salan fermanrewayiya wan hebûye, pêka hilkefta erdnîgarî, ti yek ji netewan sînorê desthilata wan bi qasî Kurd li Tisfona rojhilatê Dîcleyê nêzîk nebûne. Wekî çavkaniyên wê çaxê îşare pê kirine, Kurd beriya desthilata Sasaniyan jî bi wan re cîran bûne û Erdeşîr her ji destpêkê ve bi wan re şer kiriye. Herwisa em dizanin ku navê Kurd piştî herifîna Sasaniyan zêde nebûye adetî û gelek kêm îşare bi ziman, çand û kevneşopiyên wê hatine kirin. Îcar çawa dibe nêzî pêncsed salan di nav xelkekê de desthilatdar be, û piçûktirîn guherinkarî bi ser ziman û çanda wê de neyê yan nekeve bin bandoran? Zimanzan dikarin bersiva vê pirsê li ser têkiliya di navbera desthilat digel nasname û ziman de bidin.

Taqa Kîsrayê - Navenda desthilata Sasaniyan

 

2- Paytexta Sasaniyan li Medaîn, li derdora Bexdaya niha bû, lê paşayên Sasaniyan piraniya Havînan koçî Kirmaşan an Şîz (Tikab) li Azerbaycanê dikirin, ku navendek mezin a olî bû. Ev padişah ji bo gihîştin bi van du deverane, bi ser gund û bajarên Kurdistanê re derbas dibûn û bi xelkê wan re gelek têkel bûn. Herwisa piraniya koşk, avahî û zozanên wan li ser rêya Xaneqîn bo Esedavayê hilkeftî bûn ku piraniya xelkê wê Kurd bûn. Her bi rastî ger ku paşayên Sasaniyan Kurd bi bîhanî zanîbana, axo dikarîn herwisa bi hêsanî nêzî pêncsed salan desthilata xwe berdewam bikin?

Bi kurtî vekolîna amaran nîşan dide ku piraniya bajar, pir, rê û şûnwarên jiyan û şaristaniya Sasaniyan li sînorê Kurdewarî û bi zimanê niha bi dirêjahiya rêze çiyayên Zagrosê ne, ango li Kirmaşan, Kurdistan, Îlam, Loristan, Silêmanî û hin deverên Diyaleyê hilkeftî ne, gelo mebesta Sasaniyan bi vê yekê çi bûye?

Nexşeberê  nexşa Rostem - Wêneyê Erdeşêrê yekem - Damezrênerê desthilata Sasaniyan

 

4- Li heyama 427 sal desthilatdariya Sasaniyan, di çavkaniyên wê serdemê de, îşare bi çi serhildaneke navçeyên berfireh di Kurdewariya niha de, li dijî Sasaniyan nehatiye kirin, divê ji xwe re be ku belgeyeke îsbatker a serhildana Kurdan li dijî Saaniyan di wê demê de dest neketibe yan me nedîtibe? Di demekê de Kurdewarî li ser sînorê dewleta Sasaniyan û Romê de hilkeftibû û tiştek asayî bû ku şer û pevçûna van du dewletan zêdetirîn ziyan li wan didan û li gorî belgeyan, Kurd beşa sereke ya spaha Sasaniyan li şerê dijî Rom û Ereban li navçeyên sînorî pêk dianîn.

5- Li dema hilweşîna împratoriya Sasaniyan li dijî Ereban, berxwedana herî mezin li ku hate kirin? Ez vê pirsê tenê ji aliyê dîrokî ve dikim û ti pêwendiyek wê bi olê re nîne, bersiva wê jî xuya ye, Misilmanên Ereb bi hêsanî bi nav Iraqê re derbas bûn û piştî salekê di sala 15ê Koçî de xwe gihandine Helwanê (bi Erebkiriya Elwendê, li deşta Zehawa niha). Paşê Erebên Misilman şeş salan (şerê Nehawend yan fethulfituh li sala 21ê koçî hate qewimîn) li bintara çiyayan asê bûn û neketine nav sînorên sereke yên desthilatdariya Sasaniyan li Kirmaşan, Îlam, Loristan, Kurdistan û Azerbaycanê. Lê piştî ku ji vê herêmê derbas bûn, di nava salekê de gelek bi hêsanî xwe gihandine Xorasanê. Pirsa me ev e ku gelo ev berxwedana li vê herêmê tenê ji ber cihê erdnîgarî bû yan jî faktorên dinê jî tê de rol hebûn?

Koşka Erdeşêrê Bebekan - şûnwareke seredemê desthilata Sasaniyan

 

6. Çima di çavkanî û wergêrên Ereban de Kurd gelek ji xelkê dinê yên di nava sînorên desthilatdariya Sasaniyan de rastî êrîş û sivikatiyê hatine? Çima çavkaniyên Erebî ewqas kerb û tûreyî li dijî Kurdan nîşan dane û sivikatî bi kok û bingeha Kurdan kirine? Demeke dirêj e ez meraq dikim ka meriv çawa vê kîn û nefreta li hemberî Kurdan şîrove bike, lê min hîn bersivek guncaw nedîtiye. Tu bêjî ev pirse pêwendî bi xizmayetiya Kurd û Sasaniyan re nebe? Ez hêvî dikim ku lêkolîner li ser van pirsan bêtir bisekînin.

KURDŞOP
77 Dîtin
Tu dixwazî agehdarê dûmahîk babet û nûçeyên me bibî?
Ji kerema xwe biryar bide!