Dengbêjê hezkirî “Qadirê Sofyanî” koça dawî kir

Qadirê Sofyanî ku bi navê hunerî “Qado” dihate naskirin, di meha Adara sala 1941an de li gundê “Umerava” li herêma Soma û Biradostê ya ser bi bajarê Urmiyê ji dayîk bûye. Qado zarokek 6 mehî bûye ku bavê wî diçe ser rehma Xwedê. Ew û dayîka xwe bi tena serê xwe dimînin û di destpêkê de qeder bi wî re nabe yar û gelek zehmetiyên jiyanê diceribîne. Apê wî mal û milkê wan û her tiştî ji wan distîne û Qado û dayîka xwe jiyaneke pir dijwar derbas dikin. Piştre ji ber hejariyê û gotegotên civakê ku jineke genc û ciwan bi tena serê xwe li gel zarokekî nikare jiyana xwe bidomîne, dayîka wî neçar dimîne ku bizewice. Di wê zewacê de hevjînê dayîka wî, Qado napejirîne, û dayîka wî jî ber wê yekê dev ji hevjînê xwe berdide. Piştî demekî ne zêde dûr, dayîka Qado dîsan dizewice.

Qado dema dibe zarokek 9-10 salî pêdihese ku dayîka wî çiqas êş û azar kêşandine da ku ew bi azadî bijî û ti kes wî aciz neke. Qado jî êdî êşa derbiderî û xerîbiya xwe û dayîka xwe baş fêm dike û li ser belengaziya xwe û dayîka xwe kilaman çê dike û distire. Çawa ku bi xwe jî dibêje:

Qado mirovekî xwende nebûye, lê hiş û mejiyekî wisa hebûye ku helbestên kilaman bi xwe çê kirine û gotine. Kilamên ku kêfa wî pê bihata zû ezber dikirin û digotin, lê yên ku bi dilê wî nebana ti eleqeyek ji wan re nîşan nedida.

Qado dema ku dibe xortekî 17-18 salî, dengbêjek bi navê Silêman li gundê Heştiyanê li herêma Soma û Biradost hebûye ku ew û Qado wekî destebirayan bûne. Silêman mirovekî pir hêja û hosta bûye û  wî gelek kilam hînî Qado kirine, Silêman kilam çê dikirin û Qado jî bi dengê xwe yê xweş digotin û li cem Silêman fêrî dengbêjiyê bûye. Lewma Qado hertim Silêman ji hemû dengbêjan zêdetir dipejirand û ew weke mamoste ji xwe re didît.

Gelek caran hunermendê rehmetî “Xalê Birê” û Qado di dîwanan de li gel hev rûdiniştin û sitran digotin.

Piştî demekê dengbêj Evdî li Bakurê Kurdistanê tê Rojhilatê Kurdistanê û li qehwexaneya mela Caso rûdinê, xelk li dora wî kom dibin û guhdarî dengê wî dikin, dema ku Qado jî di wê civatê de beşdar dibe, kesek ji wê civatê ji dengbêj Evdî re dibêje, Qadir xwedî dengekî pir xweş e, Evdî jî dibêje ka ji me re kilamekê bêje em bizanin tu çawa dibêjî, Qado jî sitraneke wî dibêje.

Dema Evdî dengê wî guhdarî dike, wiha dibêje: “Ez û Xwedê tu birastî dengbêj î û dev ji dengbêjiyê bernede, dengbêjî li te pîroz û bimbarek be”.

Qado qasî 100-200 kilam zanîne û gotine. Kilamên Qado wekî neynika rastiyên civakê di warê “ jiyan, evînî, hemasî, belengazî û bindestiya gelê Kurd” dida xuya û lewma jî di nav civakê de xwedî pêgeh û hezkirinek xasmanî bû. Qado di salên dawiya temenê xwe de, bi egera nesaxî û ew hemû zehmetî û dijwariyên jiyanê ku bi serê wî hatibûn, mixabin tenê 10 an 15 kilam li bîra wî mabûn.

Qado sitranên Xalê Birê, Evdî, Hecî Evdilkerîm û gelek dengbêjên ku birastî dengbêj bûne, gotine. Qado gelek kilam jî bi xwe hûnandine û gotine. Kilamên ku ji Hecî Evdilkerîm gotine yek ji wan kilama “Dewrê Dewrê” ye.

Qadirê Sofyanî li destpêka şoreşa Îranê, ango li sala 1979an ji ber nexweşî û dermankirina hevjîna xwe li gundê Sofyanê mala xwe bar dike û diçe bajarokê Elwacê li derdora bajarê Urmiyê û li wir nîştecih dibe.

Qado di zewaca xwe de xwedî 7 zarokan e, 5 keç û 2 jî kurên wî hene. Qado di temenê 83 saliyê de bi sedema nexweşî û rawestana dil, di nexweşxaneyeke bajarê Urmiyê de koça dawî kir.

Şîreta Qadirê Sofyanî ji bo nifşa nû ku di qada huner û dengbêjiyê de ne, ev bûye:

“Gencên me, yên ku niha dengbêjiyê dikin bila rêya hunerê û kurd û kurdistanê winda nekin û bila kilamên dengbêjên me serast û dirust bêyê ku tevlîhevî û şaşîtiyek di gotinên wan de hebe, bêjin û radestî gel bikin da ku ew jî sûdê jê wergirin”.

KURDŞOP
660 Dîtin

Pêşangeha “Jîlemo” li Hewlêrê

Pêşangeheke taybet bi karên hunerî yên “Maşalah Mihemedî” (Arêz) ê hunermendê nîgarkêş ê xelkê Rojhilatê Kurdistanê li Hewlêrê hate vekirin.

Serkeftina Amedsporê pîroz be

Tîma topa pê ya Amed Spora Bakurê Kurdistanê ger ji aliyê şovênîzmên desthilata zordar ve rastî dijayetîkirinê hatiye û dijayetiya wê tê kirin, lê bi kêfxweşî ve heta niha kariye berdewam rêya serkeftinê bo aliyê lûtkeyê bipîve û niha bûye nûnerê dengê Kurdistaniyên her çar parçeyên Kurdistanê di qada werzişê de.

Pîrozbahî  bi boneya serkeftina Kurdan bi ser faşîzmê li Bakûrê Kurdistanê

Di van rojên borî de neteweya Kurd li Bakurê Kurdistanê du serkeftinên mezin tomar kir. Ya yekem serkeftina Partiya Kurdistanî (Dem Partî) di hilbijartinên şaredariyan de û bidestveanîna desthilata 85 şaredariyan û bi taybetî şaredariyên 11 bajarên mezin ên Bakurê Kurdistanê bû.

“Xelata Nê” xelateke nîştimanî

 Xelateke salane ji aliyê raya giştî ya xelkê gundê mezin ê “Nê” yê ser bi Merîwanê ve hatiye diyarîkirin ku biryar e ji îsal ve bi kesên hilkeftî yên warên cuda li devera Merîwanê bê bexşîn.

Sêyemîn salvegera damezrandina Kurdşopê pîroz be

Kurdşopê di sê salên xebata xwe de hewl daye bibe deng û rengê hemû Kurdan li seranserê Kurdistanê û bê cudahî li hemû beşên Kurdistanê binêre û dîrok, erdnîgarî, huner, ziman, wêje, çand û kelepûra navçeyên cuda yên Kurdistanê bi xelkê Kurdistanê bide nasandin.

Cejna Newrozê û sersala nû ya Kurdî pîroz be

Cejna Newrozê ji bo netewa Kurd cejna tekezîkirin e li ser mafên xwe yên rewa û bi bîranîna dîrokek dirêj e bo xebat û têkoşîna bo azadî û rizgariyê û agirê geş yê Newrozê ku ji aliyê netewa Kurd ve tê pêxistin, sembola hêviya paşerojeke geş bo netewe û nîştimana me ye.

Kombûnek bo sînemaya Kurdî li Merîwanê

Encumena Çandî-wêjeyî ya Merîwanê bi hevkariya Sînema Kurdistan, kombûnek bo sînemaya Kurdî û pêşandana sê fîlmên nû yên sê derhênerên Merîwanê bi rê ve bir.

Bi hevre ber bi Newroza Meşxelên Rizgariyê

Em daxwazê ji Kurdistaniyan dikin ku di êvareya Newrozê de bi hilgirtina meşxelan yekîtiya xwe nîşan bidin û Newroza îsal jî wekî “Newroza Meşxlên Rizgariyê” bi nav bikin û di çarçoveyek hêmayîn de îradeya xwe nîşan bidin.

Tu dixwazî agehdarê dûmahîk babet û nûçeyên me bibî?
Ji kerema xwe biryar bide!