Rojan Sofîzade
Belkî jîngeh û çalakiyên wê yên pêwendîdar, li çarçoveya komkirina zibil li nav sirûştê yan dermankirina ajalek ziyandîtî were sînordarkirin; Hin çalakiyên nesiyasî ku birêvebirina wan netenê metirsîdar nînin, di heman demê de karek xêrxwazî ye jî! Hin kes tenê jîngehê di vê çarçoveyê de dibînin û li ser rijd in ku ew çalakiyane bi hewlek hestyarî ve sînordar bikin.
Ev reftar û dîtingehane, di navendekê de ku ketina nav qada siyasî metirsiya canî heye (wek welatê Îran), belkî di rû de ji bo hinek jîngehparêzan perawêzek ewle û aram çê bike; Lê siyasetmedar û berpirsan vaksîne dike! Wan diparêze da ku refatên dije sirûştî yên xwe bi şiyanek zêdetir ve berdewam bikin. Vaksena nesiyasî ya bi navkirina jîngehê, herwisa siyasetmedaran li hemberî daxwazên jîngehî ewle radigire.
Di pîvanek mezin de, ew cihê ku biryardan bo warek berfirehtir di meydanê de ye, jîngeh dibe mijarek bi tevahî siyasî. Siyasetmedar bi hênceta geşepêdan û başkirina rewşa xelkê û di praktîkê de ji bo pêşxistina berjewendiyên xwe, bi gelemperî hin biryaran didin ku lêçûnên wan ji berîka xweza û welatiyan de bê danê.
Îradeya hevahengiya xelkê ji bo rizgarkirina erdê, vedigere bo dawiya sedsala 19an. Li Brîtaniyayê, piştî çendîn sal hewl û têkoşîn, Yekîtiya “Pêlamîc”, ku paşê bi navê “Encumena Seltenetî ya Piştgiriya Baldaran” hate guhertin, kesên xwedan desthilat aniye ser wê bawerê ku yasaya qedexekirina sûdwergirtin ji perên balindeyan di pîşesaziya cilan de pesend bike. Di pîvanek hûr de, hewldana vê yekîtiyê berevanîkirin ji balindeyan bû. Lê di pîvanek mezin de, piştevaniya siyasetmedaran û pejirandina yasayan, ew çalakiye nedikarî ewqas berfireh bibe.
Hevdem digel ewa ku li Brîtaniyayê diqewime, jîngehnasek bi navê “John Me Year” li wîlayeta Kalîforniyaya Amerîkayê, Encumena “Sî Yêra Kilab” ava kir. Ji wê demê ve heta niha, wê encumenê givaş xistiye ser siyasetmedaran ku bi pesendikirina yasayan di warên cur bi cur ên jîngehî de, gefên li ser jîngehê kêm bikin. Bi bê yasa û rê û şûnên bikêrhatî û birêveberiya dirust a van çalakiyane, parastina jîngehê ji çandina daran a girseyî, dermankirina ajelên birîndar û komkirina zibilan, bêtir pêş nediket.
Di vê nîv sedsalê de, hewldanên cîhanî ji bo geşeya rewşa parastina jîngehê hatine kirin. Di piraniya wan de, siyasetmedar amade bûne. Peymana Guhertina Avûhewayê ya Navneteweyî li Parîsê, yek ji van hewlan e. Hin ji welatên wekî Hindûstan, Erebistana Siûdî û Çîn bi hin beşên vê peymanê re nebûn. Serokê berê yê Amerîka “Barack Obama”, ev peymannameye wajo kir; Lê piştî sal û nîvekê piştre, “Trump” ji peymannameya Parîsê vekişiya. Ger ev çîrok û hûrdekariyane siyasî nînin, em dikarin çi sernivîseke dinê bidinê?
Hebûna wezîr an serokên rêxistinên jîngehparêzî di kabîneyên dewletan de, nîşaneyeke din a siyasîbûna pirsên jîngehê ye. Gelek biryarên ku ji aliyê dewletan ve di warên avedanî û pêşketinê de têne danê, bandorê li ser jîngehê dikin. Ew dîtingehe ku parastina jîngehê ji çalakiya encumenan û komkirina zibilan li nav sirûştê sînordar dikin, destên biryarderan ji kavilkirina jîngehê vekirî dihêlin, bêyî ku bandorên wêranker ên projeyan li ser jîneghê cidî bigirin.
Berdewamkirina projeyên wêranker û sûdwergirtina bikêrnehatî ji sirûştê di demeke dirêj de, behsê ji riwaletek siyasî ve bo riwaletek ewle diguherîne. Ev bûyere di Îranê de qewimiye. Bi salan e ku pirsa avê ku beşeke herî girîng a jîngehê ye, bûye pirseke ewlehî.
Di Îranê de, siyaseta ku ji rojên destpêkê yên çalakiyên jîngehparêziyê ve hatine nava vê pêvajoyê, di îro de ji her demê zêdetir xwe nîşan didin. Li şûna ku em di pîvan û biryarên mezin de siyasîkirina jîngehê înkar bikin, divê em qebûl bikin û di bîra çareyekê de bin ku jîngehparêz hêza siyasetvaniyê hîn bibin û bo çêkirina rojgarek baş, berdewam daxwazkariyên wan hebin.
Bêyî wizeya bihêz a siyasî di warê jîngehê de ku bikare yasa û rê û şûnên guncaw pê pesend bikin, hewldanên jîngehparêzî ji paqijkirina sirûştê ji zibilan û dermankirina ajeleke birîndarbûyî, zêdetir pêşde neçe, herwisa şiyan û taybetmendiya ekolojîk û ekosîstemî lawaz dibe û hemû cure belayek, wekî bahoza axê yan heta betalî jî, bo xelkê tê gorê. Siyasîzanîna jîngehê, rê li ber bihêzkirina jîngehparêzan avale dike û bandorên wan jî bihêztir dike.