Qasimlo, ew rêberê ku piştî 35 sal ji şehîdbûna wî hê jî rêbaza wî her zîndî ye

Qasimlo, ew rêberê ku piştî 35 sal ji şehîdbûna wî hê jî rêbaza wî her zîndî ye

35 sal bi ser terora Dr. Ebdulrehman Qasimlo û Ebdulah Qadirî Azer re derbas dibe. Doktor Qasimlo, dîplomatekî jêhatî, aborînasekî pispor, dîroknasekî xwedî ezmûn, siyasetmedarekî jêhatî, rêberekî neteweyî û mamosteyekî bîrmend bû ku zêdetirî çil sal ji jiyana xwe bo pêşvebirina tevgera Kurdî li Rojhilatê Kurdistanê û nasandina doza rewa ya Kurd li her çar parçeyên Kurdistanê li ser asta navdewletî terxan kir.
Terora Dr. Qasimlo û Ebdulah Qadirî Azar li ser maseya danûstandinê ji aliyê bi nav dîplomatên Komara Îslamî ya Îranêve, yek ji reştirîn rûpelên dîroka tijî ji tawanên Komara Îslamî ya Îranê û mînaka herî xuya ya terorîzma navneteweyî ya vê rejîma terorîstî ye.
Her çend dosyeya terora Dr. Qasimlo ji aliyê hikûmeta wê demê ya Otrîşê ve hate perdepoşkirin û terorîst ber bi Tehranê ve hatine îskortkirin, lê bîr û hizra Dr. Qasimlo 35 sal e di nav civaka Rojhilatê Kurdistanê de dimeşe û niha Dr. Qasimlo ji hemû demekê zêdetir li nav dilê xelkê Rojhilatê Kurdistanê û di rêbaza netewî ya xwe de zîndî ye û roj li pey rojê zêdetir di nav girseya Rojhilatê de cih digire.
Şoreşa Jin Jiyan Azadî li Rojhilatê Kurdistanê îspat kir ku rê û rêbaza Qasimlo, zêdetir ji sê dehik in piştî terorkirina wî jî, li ser şeqamên Rojhilatê Kurdistanê berdewam e û çiraya ronahîker a rêya xebatekê ye ku bi bidestanîna mafê netewayetî ya xelkê Rojhilatê Kurdistanê digihe encamê.
Di 35emîn salvegera şehîdbûna Dr. Ebdulrehman Qasimlo û Ebdulah Qadirî Azar de, em yad û bîra şehîdên Viyenê û hemû şehîdên rêya rizgariya Kurdistanê bi bilindî radigirin û tekezî dikin ku teror û tirsandin, nikare Kurdistaniyan ji xebata bo bidestanîna mafên wan poşman bike.

Saziya KURDŞOPê
13/7/2024

KURDŞOP
143 Dîtin
Tu dixwazî agehdarê dûmahîk babet û nûçeyên me bibî?
Ji kerema xwe biryar bide!