Dîlan
Şahî. Govend. Naznavê helbestvan û dengxweşê Kurd Mamosta Salih Dîlan e.
Bapîr
Bavê diya mirov. Bavê bavê mirov.
Rewa
Qebûl. Meşrû`i. Heq.
Qaspe
Qebeqeb. Awaza kewê. Dengê kewê.
Çirpe
Dengê hêdî. Piçepiç. Dema xwe di bin pelg û çirpikan (darên hûr) de veşêrî bona ku dijmin te nebîne.
Lêhaz
Lêhaze. Lewaze. Niwêl. Lahêz.
Horan
Lêkolîn û bi hûrî bîrlêkirin.
Sêwexan
Xatûna Sêwe. Xanima Sêwe.
Azîta
Keça Ejdehak dawî paşayê Mad û diya Kûrûşê Hexamenişî.
Şengedar
Dara ciwan. Şox û serhal.