Şariya
Gundek e li Başûrê Kurdistanê.
Reşwan
Êla ku hespan xwedî dikin. Êleke koçer in ku di gund de zêdetir li derdora Erzirom û Melatiye li Bakûrê Kurdistanê û herwiha li derdora Hewlêrê li Başûrê Kurdistanê jiyane. Ehmed Reşwanî helbestvanê şehîd û navdarê Kurd ji vê êlê ye.
Dahêner
Afirîner. Kesê ku tiştên nû diafirîne
Qaspe
Qebeqeb. Awaza kewê. Dengê kewê.
Saran
Seran. Ser.
Geşe
Vegeşîn. Xweşî û şahî. Têravî. Girnijîn. Çiqa nû ya rez.
Berevan
Parêzer. Kesê ku nahêle zirar bigihîje kesekî an tiştekî.
Alana
Dolek e di navbera Xelîfan û Raniyeyê li Başûrê Kurdistanê.
Birîqe
Biriqîn. Çilvilîn.
Ahû
Ask. Mamiz. Xezal.