Karîsa
Tawan. Sûç. Şaşî. Hele.
Siyawiş
Xwediyê hespê reş ê nêr. Kurê Keykawûs.
Narî
Peyveke kevn a nav gatayên Zerdeşt e û wateya agir dide. Stranên xembarane. Navê bendavekê bûye li rojavayê Bexdayê li herêma Kût ku di serdema Sasaniyan de hatiye avakirin.
Terlan
Bazekî rawker e. Bedew û dilveker.
Esping
Siping. Sipiling. Şing.
Herman
Heta hetayî. Hertim man. Hertimî.
Rahên
Fêrkar. Hîndekar.
Helîlan
Hozeke Kurd in ji tîreyên Piştko li herêma Loristanê.
Ace
Kurtkiriya navê Hacerê ye.
Ketane
Ketan. Giyayek e ku zêde bilind dibe pûşê wê dişibhe têlê. Perçeyeke spî û nazik e ku jinik wek serpoş bi kar tînin. Straneke feyliyan e.