Botan
Navê herêmekê ye li Bakûrê Kurdistanê.
Dîle
Cureyek genimê şewitî ê reş e.
Mêra
Mezin. Gewre. Hezkirî. Cihê rêzê. Mêra yan mîtra navê peyamberê rêz û hezkirinê ne.
Zanyar
Zana. Dana. `Alim.
Naske
Nazik û zirav.
Serok
Salarê hoz û gel.
Gavan
Kesê ku agehdarî ga û çêlekan dibe.
Reşmal
Kon. Xêwet. Xîvet.
Heyzeran
Darek e ku li cihekî germ şîn dibe wek qamîşekê ye ku nîveka wê tije ye û bo helaciyê tê bikaranîn û tiştên ciwan jî pê çêdikin.
Leyro
Zaroka sava ya nêr. Bi zazakî wate: Lawo. Role. Serbendê straneke kurdî ye bi zaravayê kirmancî.