Fênik
Hênik.
Bastê
Gundek e li ser sînorê di navbera Bane û Pêncwînê li rexê (Reşedê) li Başûrê Kurdistanê.
Banîje
Hemû serbanekî nizm û piçûk.
Rûxweş
Qisexweş û lêvken.
Cejne
Cejn. Roşan. Roja şahî û kêfxweşiyê.
Wersa
Pêşsan. Qerewilê pêşiya leşker.
Vajî
Berevajî. Serûbin.
Madosa
Navê hozeke Kurd bûye li herêma Kerkûkê, ku ji aliyê dewleta Osmanî ve bo Qibrisê hatine dûrxistin û li wir hatine asîmîlekirin û bûne Tirk.
Gaware
Dola Gawiran. Gawere. Çiqek in ji hoza Goran li Kirmaşanê. Di koka xwe de (Gawirderre) bûye, wate: Dolek ku Kurdên Goran li derdorê jiyabin.
Germîn
Sohbetên germ.