Perwer
Peristin. Wek mînak: Welatperwer.
Tîlme
Tîlmask. Barîke newar. Qeteke nazik ji perçe ku hatibe birrîn.
Jîwer
Jiyana şaristaniyane.
Geras
Hilûçeyên zer ên payîzê.
Karox
Çiyayekî asê ye wek sûreke mezin, ketiye pişt gundê Botê li Başûrê Kurdistanê û heman kardox e.
Behre
Dahat. Qazanc. Feyde. Nî`imet. Sûd.
Orzan
Navê govendekê ye.
Ajo
Ajor. Ajotvan. Lêxorr. Jevbelabûna reh û rîşe. Bi zazakî wate şopandin. Peyva paşgir e wek (Germajo. Destajo. Meyajo).
Arîtm
Serdarekî Mad bûye.
Şalîl
Şalûr. Şalûl. Bilbil.