Xenî

Bikeyf. Bikêf. Li ser keyfê. Kêfxweş.

Şariya

Gundek e li Başûrê Kurdistanê.

Gelale

Pêşnivîs. Dariştina nexşeya kar an şer an ... hwd.

Semer

Semere. Berê darê.

Hawlan

Hevhêlûn. Hevmal. Hevpar.

Gulnîşan

Wek gulê. Ji nîşanên gulê.

Barîse

Firrfirre. Firrfirroke. Darê navbera stûn û karîteyê.

Lenger

Westan. Mener. Wek: Rawestiyana teyran di dema firînê û rawestiyana çopîkêş di dema şahiyê de. Xweragirtin û rawestiyan li cihê bilind û nazîk.

Kevan

Kemana tîrhavêtinê.

Dilnaz

Dilnazik. Kesê ku dilê wê zû dimîne.

Tu dixwazî agehdarê dûmahîk babet û nûçeyên me bibî?
Ji kerema xwe biryar bide!