Rûşeng

Rûyê ku şox û şeng be. Rûyê ku bedew be.

Ejdehak

Navê çiyayekê ye li Hewramanê li pişt gundê Diziliyê li Rojhilatê Kurdistanê. Navê çiyayekî ye li Silêmaniyê li nêzî Sûrdaşê. Astiyag, Azîdhak, Ejdeha, Zeha, Hejdîha, Heziya, marê mezin ê nav çîrokan. Hêrodot dinivîse: Astiyaz yan Azîdhak yek ji paşayên Mad bûye û 33 salan paşayetî kiriye.

Dahên

Ji peyva dahêner hatiye wergirtin.

Şanîk

Nîşane. Belge. Şahid.

Rûgeh

Qîble. Ew cihê ku misilman bo nimêjê berê xwe didin wir.

Jîlwan

Jîlvan. Nobedarê agir.

Şorretû

Dara tûyê ku çiqên wê şorr dibin.

Dilbirîn

Kesê ku dilê wî bibirîn e. Dilê wî bikul û keser e.

Roşna

Roşin. Rûnak. Ronahî.

Zêrevan

Nobedar. Nigehban. Çavdêr. Parêzvan. Pasevan.

Tu dixwazî agehdarê dûmahîk babet û nûçeyên me bibî?
Ji kerema xwe biryar bide!