Baxan
Pirjimara peyva “bax” e. Gundek e li quntara çiyayê Garan li nêzî Merîwanê.
Çêrîn
Navê kurdî yê gundekî bûye li Bakûrê Kurdistanê ku dewleta Tirk guheriye û navê tirkî daniye cihê wê de.
Telas
Zêderewî.
Raweş
Hereketa tund. Hejandin.
Aşewav
Aşvan. Aşgêrr. Asyawan.
Zêrnîga
Lênihêrîna pir ji evînî. Mêzekirineke germ û agirîn.
Şarîş
Navê yek ji bajarên mezin ên Sobariyan bûye li sala 1110an a berî zayînê.
Bargiran
Zehmetkêş. Rêncber. Bo hevalên tenbel jî tê bikaranîn.
Tara
Serpoşa sor a ser dev û çavê bûkê. Çû û venegeriya.
Xweşrû
Rûxweş.