Hêşû
Oşiya tirî.
Kirmacan
Kirmancan. Kirmancsan. Cihê akincîbûna cotyaran. Cihê miskîn û reiyetan. Di serdemê Sasaniyan de gotine cotyar û reiyetên ber destê baregehên Sasaniyan “Kirmac an kirmanc”.
Hejan
Hejiyan. Pêldan.
Nebez
Kesê/a ku naveste û li ber xwe dide. Nevest.
Santas
Fermandarekî Mad bûye ku berpirsê hêza peya ya Kuruşê Hexamenişî bûye. Diya Kuruşê navê wê Mandana bû.
Zêvîn
Zêwîn. Ji zîwê hatibe çêkirin.
Sawîr
Sam. Metirsî. Biheybet di hemberî kesekî de.
Xomeş
Xokar. Xogeř.
Rove
Kirêve. Kirofe.
Pesarde
Îzolekirî. Vêdedayî. Danîna li qeraxê.