Danaw
Avdana dexlûdan.
Qereman
Qehreman. Qareman. Pehlewan.
Zirav
Nazik.
Zewar
Ziyaretker. Ewên ku diçin tewafa çak û pîran.
Papiya
Peyaçûn. Rêçûna bi piyan.
Newa
Soza stranê. Awaz. Mal û saman. Keça nûgihîştî. Jina ku kincên paqij û bedew li xwe kiribe.
Qetûr
Navê kelh û herêm û gundekî Kurdnişîn e li rexê bajarê Xoyê (Xwê) li herêma Şikakan ku derbazbûyiya wê vedigere bo sala 716an berî zayînê, û di vê salê de Sargonê duyem paşayê Aşûr ji wir re derbas bûye û çûye nav xaka Urartûyê.
Gulbaran
Baranadina gulan. Reşandina gulan.
Mazêr
Darberûyê stûr û kevn.
Nûjîn
Nojîn. Jiyaneke nû. Vejiyan.