Peçe
Pêçe. Desmaleke reş e ku jin serçavê xwe pê dipeçêvin bona ku mêr serçavê wan nebînin. Lê ew kultur, a Ereban e ku ji rêya ola îslamê ve hatiye nav civaka kurdewarî.
Dakok
Piştîvan. Layengir.
Geşbîn
Kesê ku reşbîn nebe û bîr ji siberojê jî bike
Kovar
Govar. Belavoka ku heftane yan mehane carekê tê weşandin.
Xama
Keça ku dema zewicîna wê hatibe.
Lenger
Westan. Mener. Wek: Rawestiyana teyran di dema firînê û rawestiyana çopîkêş di dema şahiyê de. Xweragirtin û rawestiyan li cihê bilind û nazîk.
Esay
kirrîn. Standin.
Qesîle
Kewçiyeke darîn.
Lawko
Kurê law. Kurê nûgihayî.
Bawan
Mala Bavo. Bab û bapîr