Wesan
Jikarketin. Wisa.
Ajar
Berhema zeviyê.
Zêrevan
Nobedar. Nigehban. Çavdêr. Parêzvan. Pasevan.
Pijaw
Deşta ter û tije av. Deştek e li peravê Gola Zirêbar ku bo masîgirtinê avkêşek li wir dadinîn. (Avkêş: Maş. Wek çîtê li pêşberî avê çêdikin bo ku masî bikevin tê de.)
Kema
Giyayekî bilind e ku ajal dixwin û digel giyayê din tê hişkkirin û di demsala zivistanê de bi ajalan tê dayîn.
Mirot
Însaf. Encamdana karê rewa.
Mijgul
Bijang. Mijang.
Sara
Sehra, Deşt, Çolistan, Saf û pak.
Findak
Momdank.
Kaşok
Navê çiqeke piçûk a Kurdan e ku di xîvetan de dijiyan û zêdetir li derdora herêma Orfa (Riha)yê jiyan kirine.