Ewar
Paşgira hebûnê ye wek: Xwendewar. Paşgira cih wek: Şûnwar.
Araz
Araz, Aras an jî Eres navê rûbarekî ye. Ew rûbar piştî peymannameya Turkemençay ji destpêka Reşemeya 1206 (21.02.1828)an şûnda wek sînorê di navbera Îran û Împeratoriya Rûsiyê de bi fermî hate nasîn.
Garo
Gargaro: Hêlîna teyran ku di kuna daran de çêdikin.
Rana
Navê yek ji yezdanên zerdeştiyan bûye.
Awejê
Awezê. Gundekî nêzî gundê Merge ye li Başûrê Kurdistanê.
Rexsan
Bixwe cîbicîbûn. Xobexo wedîhatin.
Hêmin
Hêdî. Aram. Ser hemdê xwe.
Toşe
Ew pêxwarina ku karwançî û rêvîng digel xwe hildigire û dawêje pişta xwe, bona ku di dema rêwîtiyê de bi kar bîne. Pêxwarina riya dûr.
Sajîn
Xirûmir.
Elha
Arezû. Hêvî. Tase. Tema. Meraqkirin bo dîtina kesekî yan ... hwd.