Merdox

Nexweşiya ber bi mirinê ve. Xwedayê kevnara yê Babilê.

Arazyas

Bajarek bûye ku Madan tê de hikûmet kirine. Renge heman bajarê Darayas bûbe li rexê gundê Deryaz li Şarwêrana Mehabadê ku niha jî kavilên wê her mane.

Narist

Naristî. Gundek e li xwar Zimzîranê li herêma Serdeşt a Rojhilatê Kurdistanê.

Dadî

Xûşka piçûk.

Bêresa

Ew cihê ku pez amade dikin bo dotinê.

Xoşnav

Kesê ku xelk jê hez dike. Kesê ku navê xwe bi başî û qenciyê derxistiye.

Aşêf

Binkolkirina pincar bona ku bihêz bibe.

Rencber

Kesek ku êş û janê dikêşe.

Çatme

Rawestiyana komeke nobedaran li cihekî.

Jiyan

Jî. Derbaskirin. Zîndegî.

Tu dixwazî agehdarê dûmahîk babet û nûçeyên me bibî?
Ji kerema xwe biryar bide!