Zemenko
Pirjimara peyva Zemen bi wateya zor û bihêz.
Qasid
Nameber. Peyamber. Kesê/a peyaman tîne û dibe.
Erdena
Du gund in di navbera Înişk û Bamerniyê ku gundê wan ê serê Kurdên misilman û yê din Kurdên fele ne.
Dilman
Kesê dilmayî. Kesê dilê wî mayî.
Nijmar
Cihê ku zêde mar lê bin.
Çakbîn
Xoşbîn. Dilrohn. Hizirbaş.
Şamar
Ejdeha. Ejdîha. Çiqek ji Kurdan in ku akinciyê Xaneqîn û Sine ne.
Pazar
Kevirekî gelek binirx e ku jin wek zêr û cewahir bi kar tînin.
Hewêr
Cudakirin. Vavartin. Cudakirina berx û karikan ji diya wan bona ku şîrê wan nemijin.
Halan
Pirjimara “nemam” (Şêne). Handan. Dengedeng û hawar.