Lasame
Şestebaran. Rehêłe.
Qaşne
Cureyeke masiyê ye ku pûlekeyên wê zer in.
Çerde
Reştale û esmer.
Hatan
Bext û şans.
Herdî
Çiyayî.
Diyaweşt
Şêx Mihemed Merdoxê Kurdistanê di pirtûka Kurd û Kurdistanê de nivîsiye: Navê kevn ê çiyayekî ye li “Cebalol Ekrad” li Sûriyê, lê di sala 1963an de dema ku Beisî hatne ser kar, ev nav guherîn.
Kirosk
Şûrê kevn ê jenggirtî. Kilostik.
Basiret
Gundek e li herêma Botan li Bakûrê Kurdistanê.
Hever
Qeysî. Zerdele.
Karçîn
Hermiyek e ku bi kalî lê vedikin.