Gulaw
Gulav. Ava gulê.
Sûlav
Tavgeh.
Waşe
Teyrekî piçûk ê nêçîrvan e ji malbata baz û şahîn.
Perşan
Navê çiyayekî ye li Bakûrê Kurdistanê. Bedew û bixeml.
Behiya
Navê çiyayekî ye li Kurdistanê.
Şedelar
Kofîxwar. Îşare ye bi jineke xanûman û bedew ku şede (kofî) serê xwe alandibe.
Xatûn
Xatê. Peyva rêz û hurmetê ye bo jinan
Herde
Xwarin. Xurek. Çolistan. Deşta ku girên piçûk tê de ne.
Maro
Qeşe. Enîspî. Hespê ku zendê destê wî spî be.
Zirîwe
Çilvilîna stêrkê. Çirûska stêrkê.