Revok
Rihliberê ku ji mirov bitirse û bireve. Tûre û nerihet. Aciz.
Avdel
Navê balindeyekê ye. Bi soranî “Nêre porr”. Bi farsî “Derac”. Navê zanistî “Francolinus”.
Avzêm
Awzêm. Korekanî. Kaniya ku buharan derdibe û havînan diçike.
Lîyan
Kele. Lekan. Niyal. Pêlavên ser berfê.
Wenen
Bi zaravayê hewramî wate ew pira ku bi dar û mêwên tiriyê hatibe çêkirin û dema kesek di ser de derbas dibe ew pir biheje.
Araste
Di farsî de wate xemilandin. Lê di kurdî de wateyeke din heye wek: Silavên xwe araste dikim. Wate Ez silavên xwe jê re dişînim.
Neşim
Rêçûna naznazî.
Pepûle
Perwane. Nimnimok. Pelatînk.
Rojhilat
Rojhilat. Ew aliyê ku roj derdikeve.
Şervan
Kesê şerker. Milîtan. Partîzan.