Şiwane
Şivan. Şuwan.
Diljîn
Jiyana ji dil ve.
Îlam
Alam. Eylam. Îlam. Bi zaravayê avestayî a madî wate cihê derketina tavê. Herêmek e li Kurdistanê ku yek ji wargehên kevn ên Kurdan bûye di dirêjahiya dîrokê de. Zaravayê wan kelhorî û lekî ye, lê di rastî de divê bêjne zaravayê wan zaravayê feylî yan pehlewiya kevn ku zimanê gatayên Zerdeşt e. Berê digotne Îlamê “Piştko”.
Agirîn
Wek agir. Bo mirovên biwêr û netirs bi kar tê.
Martiya
Li gor kevirnûsa çiyayê Bêstûn navê wî serdarê Kurd ê Îlamî ye ku li dijî Daryoş dest bi serhildanê kiribû.
Alan
Navê herêmekê ye li bajarê Serdeşt a Rojhilatê Kurdistanê.
Hewreman
Hewraman. Herêmek e li Başûr û Bakûrê Kurdistanê.
Gulçîsk
Gurçik.
Dilaram
Aramiya dil.
Bîza
Giyayek e ku dixin nav jajî û tirşiyatê de.