Leşker
Serbaz. Esker. Di farsî de dibêjne hêzeke çekdar “Leşker”.
Exter
Stêrk
Cêgir
Kesê di dema nebûna heval an hevkar an berpirsê xwe de cihê wî kesî digre.
Kaje
Boseya nêçîrvan. Kiloxê mirovan (Hestiyên serî). Qalik (Tiwêkil. tûkil).
Lawje
Goranî. Stran.
Arok
Navê kifteyeke pan e ku ji ar jî tê çêkirin.
Dînê
Îşare ye bi keç an kurê serşêt di evîndariyê de. Di straneke kurdî de hatiye (Were “dînê”. “Dînê” min).
Rondik
Rondikên çavan. Hêsirên çavan.
Rewan
Her tiştê ku diherike wek: Ava rewan, Hespê rewan. Xwendina rewan û bê kêşe.
Aziya
Jîr. Zîrek. Peyt.