Wervîn

Dilopkirin.

Kurtê

Bejinkurt. Amaje ye bi jina bejinkurt a bedew di stranan de.

Sane

Hesan. Kaxît.

Gulçinî

Karê gulçinînê.

Gulperî

Gula bedew.

Extan

Derfet. Firsend.

Kajan

Kawjan. Çiyayê seranser kevir. Dara sinewber. Tûkilê darê.

Pirpire

Pûlekên masiyan. Giyayeke şîn ê gelek nazik û ciwan e ku di nav bax û bêstanan de şîn dibe û rengê qola nokan dide, lê pelgên wê cuda ne û bo zikêşanê baş e.

Lawiko

Kurê law. Kurê nûgihîştî.

Veman

Bicîhêlan. Bicihman.

Tu dixwazî agehdarê dûmahîk babet û nûçeyên me bibî?
Ji kerema xwe biryar bide!