Boran
Kirêwe, Kirofe, Bayê tund ku berf û baranê di nav xwe de lûl dide û dibe cihekî din.
Rûken
Lêvken. Devbiken. Kenî li ser rûyê wê ye.
Ehwen
Aram, Bêdeng.
Ersem
Ew jî navê tîreyeke Kurdan e li Bakûrê Kurdistanê.
Sardoniya
Guleke bedew a pelgpan e ku 20-30 cm bilind dibe û gelek bihêz e, û piştî heyamekê bejna wê req dibe û dibe texte. Du cureyên wê hene: Sade û Şêstper.
Aware
Derbider. Sergerdan. Ji wargehê xwe dûrketî.
Arawan
Navê navdarekî serdema Sasanî bûye.
Dijagir
Agirê dijê (Agirê kelehê).
Beşdar
Pişikdar.
Aştî
Lihevkirin. Pêkhatin. Sulh.