Arasp
Serdarekî Mad bûye ku di zarokatiya xwe de digel Kuruş mezin bûye.
Hawjîn
Havjîn, Du kes ku pêkve bijîn û derbas bikin. (Xafilandin û xapandin: Ew minale bihawjîne.)
Maçan
Pirjimara peyva maç.
Xendan
Lêvkenî. Devkenî.
Mejîr
Koçer. Reben.
Codî
Cûdî. Navê çiyayekî ye li Bakûrê Kurdistanê.
Teyar
Saz û amade bo kar an rêwîtiyê. Xwe peytkirî. Dewlemend û asûde.
Pexşe
Kurtkiriya peyva “pexşan”ê ye. Bilavok.
Çêliyan
Pirjimara “çêl” e ku dibe texteber û kevirê mezin. Di beyta (Birayim û Mehmel) de Çêliyan navê bajarekê bûye li melbenda Şarwêran.
Vegêr
Kesê gotinan vedigêre.