Ewraz:
Evraz. Riya ber bi jor.
Dewar
Reşmal. Çarpêyên wek ker û hesp.
Rondik
Hêsir. Esrîn. Firmêsk.
Kevok
Kevûk. Kavûk. Kavok. Kabûk. Kotir. Bi zazakî dibe “Boran”. Serbendê straneke kevn a kurdî ye ku Hesen Cizîrî xwendiye.
Gulistank
Gulistanên piçûk.
Rêhan
Rîhan. Rîhane. Pincarekî bêhnxweş e û tê hişkkirin jî.
Keylan
Mînaka bedewiyê. Mînaka şeng û şepaliyê.
Heraş
Alaş. Ew pelg û çilpikên ku davêjin ser darên banê avahiyan. Rêzal. Jevderketî. Hilweçiyayî.
Toran
Xeyidîn. Zîzbûn. Acizbûn.
Atro
Agirîn