Olke

Melbend. Meydan. Qad. (Le olkey ciwaniya ger lafî şahî lê bidey lêt dê. Fayiq Bêkes).

Avdar

Bo meha nîsanê tê bikahînan. Ava di bin darê de. Tiştê ku zêde av tê de hebe dibêjnê avdar.

Toran

Xeyidîn. Zîzbûn. Acizbûn.

Bereza

Giyayekî xweza û gelek bedew e.

Wermêl

Gundek e li nêzî çiyayê Metîna li herêma Badînan li Başûrê Kurdistanê.

Havil

Encam. Akam. Berhem. Hewldan. Alîkarî. Netirsan ji kar û Xwelêdan.

Racan

Bapîrê Zerdeştê peyamhîner e.

Semsûr

Bajar û herêmeke kevn e li Bakûrê Kurdistanê ku çiyayê Nemrûd himbêz kiriye û Ermenî jî tê de dijîn. Tirkan navê wê guherîne û kirine Adiyaman.

Kejał

Xezal. Bizne kêvî. Ahû. Birxa belek (Kej). Çavşîn

Awêje

Zeviya avî.

Tu dixwazî agehdarê dûmahîk babet û nûçeyên me bibî?
Ji kerema xwe biryar bide!