Nizar

Lawaz. Daristan. Pesar. Di çiya de ew cihê ku sîber e û gelek bi kêmî roj lê dide.

Çîmen:

Giyayê kes. Mêrg

Gulşen

Bostan. Bax.

Kejawe

Dara ku li ber tenişta dîwar dixin bin karîteya ban de. Du sinduqên darîn ên sîvandar bûn ku datînane ser pişta hesp û hêştiran û lê siwar dibûn. Zêdetir xan û pîr û îxtiyar dema ku ji Mekke û Medîneyê vedigeriyan lê siwar dibûn.

Raşen

Toşe. Ratib rêvîngê rê.

Artim

Kurê Bars ê Mad û yek ji mîrên mezin ê serdema Ejdehak bûye.

Kasan

Çiyayê lêj û evraz. Navê çiyayekî ye li herêma Hekarî li Bakûrê Kurdistanê.

Keylan

Mînaka bedewiyê. Mînaka şeng û şepaliyê.

Dijagir

Agirê dijê (Agirê kelehê).

Nelas

Gundek e li nêzî Serdeştê ku li hindav çemê Kelwê ye.

Tu dixwazî agehdarê dûmahîk babet û nûçeyên me bibî?
Ji kerema xwe biryar bide!