Niza
Du`a. Lahî û dalahî. Parranewe.
Hewrên
Herêmek e li Şêxan li nêzî Qoretûy li rexê Kirmaşanê.
Dakaz
Piştrastkirin. Piştevanîkirin. Qebûlkirina encama karê kesekî.
Hemzel
Leyîzek e ku desteyek xwe ditewînin û desteyeke din jî di ser pişta wan re baz didin.
Çopî
Govend. Şahî. Hełperkê. Yekem kesê ku girtiye govendê serçopî, û dawî kes jî binçopî ye. Navê stranbêjeke navdar a Kurd e ku a Kerkûkê ye.
Pereng
Lerzaneya guharê. Pengir. Sikl.
Xarêz
Hêkerûn. Pirrpole (navê aşekê ye).
Payenaz
Xoşûbêşkirin digel mêhvanan.
Şadîk
Zaroka ku dilxweşkera malê ye.
Şole
Peşqela agir.